Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê amadekariya lidarxitsina kongreya xwe duyemîn dike

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya duyemîn de, îro civîneke berfireh bi dirûşma Bi vîna jina azad a birêxistinkirî em Sûriyaya pêşerojê ava dikin li dar xist.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê amadekariya lidarxitsina kongreya xwe duyemîn dike
1 îlon, 2022   14:25
QAMIŞLO

Civîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo hat lidarxistin, tê de endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo û Kongra Star beşdar bûn.

Di destpêka civînê de berdevka Meclisa Jinan a Qamişlo, Zahide Ehmed bixêrhatina mêvanan kir û wiha axivî: “Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re jinan armancên xwe yên guhertina desthilatdariya zordest û misogerkirina mafên xwe di destûra Sûriya pêşerojê de, nîşan da. Her wiha wê xwe bi rêxistin kir û dest bi têkoşîna siyasî û civakî û xweparastinê kir. Gelek ji wan di oxira azadiyê de ruhê xwe feda kirin.”

Zahide Ehmed wiha domand: “Jina rêxistinkirî di civakeke xwedî îradeyeke siyasî de, bingeha avakirina civakeke exlaqî û demokratîk û pergaleke demokratîk li Sûriyê ye. Wê demê ew dikare nifşeke zana û xwedî îradeyeke azad mezin bike û bihêle azadiya jinan bibe armanca partiyê û bikare pirsgirêkên civakê bi bernameyeke siyasî ya xurt çareser bike.”

Zahide Ehmed îşaret bi rewşa berê ya jinan kir, ku piştî pirbûna partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dîsa maf û azadiya xwe bi dest nexistin û hê jî li hember hişmendiya zordet a baviksalarî û kevneşopiyên herêmê zehmetiyan dikişîne ku wê ji qadên xebata rêveberî û siyasî dûr dûr dixin.

Zahide Ehmed destnîşan kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû zehmetiyan li ber xwe da, her wiha asta zanabûna jinan di hemû aliyên jiyanê de jî bi pêş xist.

Zehîde Ehmed axaftina xwe bi sozdayîna meşa li ser şopa şehîd Hevrîn Xelef û tevahiya şehîdan ji bo avakirina jinên rêveber û siyasî ku di Sûriya pêşerojê de bi îrade û hêza xwe xebatê bidin meşandin, bi dawî kir.

ERK Û BERPIRSYARÎ

Der barê geşedanên li Sûriyê de, Îsra El Ehmed wiha axivî: “Hêzên derve û hundir ji bo parastina berjewendiyên xwe yên hevbeş, planan çêdikin. Bûyerên li Idlibê rû didin, nîşaneya hebûna lihevkirina di navbera hêzên navneteweyî de ye. Li rex wê xwepêşandanên li herêmên dagirkirî li dar ketine û şewitandina ala Tirkiyê li dijî lihevkriina bi rejîma El Esed re.”

Îsra El Ehmed daxuyand ku Meclisa Jina a Partiya Sûriya Pêşerojê bi rêya nêrîna xwe ya rewşa heyî, divê gelek berpirsyariyên mezin di vê pêvajoya hesas de pêk bîne û wiha domand: “Divê em siyasetek û rêveberiyeke aqilane, stratejiyeke nîştimanî û demokratîk a giştî ya jinan hebe.”

Îsra El Ehmed ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji du salan ve, me hewl da rêgez, armanc û mekanîzmeya karê xwe bi rêya koordîneyê, perwerdeyê û peywendiya asayî bidin rûniştandin. Da ku bigihêjin rêxistineke xurt ku dikare pêvajoyê bi rêve bibe. nûnertiya siyasî di xebatên siyasî,  qada civakî û hemû astên rêveberî de, bike. Bi vê yekê me beşek ji têkoşîna xwe ya rêxistinî li meclisê pêk anî. Em hîna bi astengiyên re rû bi rû ne ku berdewamkirina karê me asteng dikin. Ev astengî encama qalibên di binesaziya civakî û siyasetên li ser jinan de ye ku ji aliyê malbat û civakê ve hatine ferzkirin.”

Piştre rewşa rêxistinê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Qamişlo, li pêşiya dezgehên çapemeniyên girtî hat nîqaşkirin.

Der barê sedema civînê de, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Sîham Dawûd îşaret pê kir ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, dest bi lidarxistina yekemîn civîna xwe ya berfireh kiriye beriya ku kongreya xwe ya duyemîn li dar bixe.

Îsra El Ehmed balkişand ser dîroka vê civînê ku heman Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Konbaê ye û got: “Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, ji cîhanê re dibêjin em bi vê gava xwe ya yekemîn, di vê rojê de, bi atşiyê ne bi şer re ne. Divê sûrî, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, dest bi diyalogê bikin.”

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd têkildarî civînê ji ajansa me re wiha axivî: “Karê me û birêxistinkirina jinên Sûriyê berdewam in. Em dikarin Sûriyeya pêşerojê li gorî nêrîneke jinên Sûriyê bi nasnameyeke nîştimanî ya giştî û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng ne navendî ava bikin.

(mh)

ANHA