Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya hefteyekê ya Pêngava Mirovî û Ewlehî ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî hefteya yekemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ya li Kampa Holê li dar xistiye, daxuyaniyek da. Tê de destnîşan kir ku hêzê bi rêjeya ji sedî 50 kamp paqij kiriye û pêngav heta pêkanîna armancên wê û tunekirina jêderên ku destekê didin şaneyên DAIŞ`ê da ku xwe dîsa bi rêxistin bikin û fikrê tundrew di nav zarokan de belav bikin, berdewam e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya hefteyekê ya Pêngava Mirovî û Ewlehî ragihand
1 îlon, 2022   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê û bi armanca tunekirina şaneyên DAIŞ`ê di Kampa Holê de di 25`ê Tebaxê de, qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ragihand.

Îro hêzê di civîneke çapemeniyê de bîlançoya hefteyekê ya pêngavê eşkere kir.

Di civînê de Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirin Elî El Hesen, ji fermandarên YPJ`ê Ruken Kobanê, berdevkê ragihandina QSD`ê Ferhat Şamî, serokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo, ji Rêveberiya Asayişê ya Hesekê Diyala Keleş û ji fermandarên YPJ`ê Viyan Erdal hazir bûn.

Elî El Hesen û Viyan Erdal daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hewldanên DAIŞ’ê ji bo ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike da ku vegere, ewlehî û aramiya xwecih, herêmî û navneteweyî têk bibe careke din derdikeve pêş. Ji xwe şêwazê çalakiyên xwe ji fealiyatên şanayên veşartî û keşfê veguherîne derketineke çalak. Her wiha pêkanîna operaseyonên mezin ku ev di êrişên li ser zindana Sînaa ya Hesekê de û di çalakiyên piştî wê de derkete holê. Di vê yekê de, DAIŞ ji gelek rewşên heyî û bi taybet belavbûna wê ya berfireh û aktîf li çolistana Sûriyê û sînorê Iraqê, her wiha ji piştgirî û alîkariyên ku dewleta Tirk a dagirker ji serçeteyên şaneyên wê yên razayî li herêmên dagirkirî pêşkêş dike û di heman demê de êrişên wê yên ku li ser herêmê pêk tîne ku hêzên me bi wan êrişan ve dide mijûlkirin, ji bo DAIŞ bû bingeh ku xwe ji nû ve zindî bike.

Erkên me yên di milên ewlehî, mirovî û exlaqî beramberî gelê me û niştecihên kampê yên ku bûne qurbanên fikirên DAIŞ’ê ku hewl didin wan ber xwe ve bikişînin û di nava xwe de wan bi rêxistin bikin, bi taybet zarok û her wiha tehdîtkirina ewlehî û aramiya piraniya niştecihên kampê yên ku fikrên wan qebûl nakin, hişt ku em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî; qonaxa yekemîn ya Pêngava Mirovî û Ewlehî di sala borî de destpê bikin û her wiha hişt ku em di 25’ê Tebaxê ya meha borî de qonaxa duyemîn berdewam bikin. Em niha piştî derbasbûna hefteyekê hîn jî qonaxa duyemîn a pêngavê li gor plansaziya ku hatiye diyarkirin, berdewam dikin. Em ê niha ji we re encamên vê hefteyê ragihînin;

BI RÊJEYA JI SEDÎ 50 KAMPA HOLÊ HATE PAQIJKIRIN

121 kes, di nava wan de 15 jin ku endamên rêxistina DAIŞ’ê ne hatin girtin, her wiha hêzên me 16 tunel ku şaneyên DAIŞ’ê ew ji bo veşertin û revê ji kampê bi kar dianîn hatin dîtin. Di heman demê de gelek alavên ku ji bo kolandina van tunelan bi kar dianîn hatin desteserkirin.

119 kampên ku DAIŞ’ê ji bo perwerde, dadgehên şeriî, işkence û kuştinê bi kar dianîn hatin ji nav birin. Her wiha 48 telefon, I pad, laptop û 2 hardên ku di têkiliyên navbera wan şaneyan de dihat bikaranîn, hatin desteserkirin.

Di heman demê de, hêzên me cebilxaneyek çekên m-16 û cilên leşkerî ku dirûşme û ala dewleta Tirk li ser hebûn desteserkirin.

Her wiha encamên lêpirsînên destpêkê yên bi piraniya kesên ku hatine girtin re, diyar kir ku tensîq û hemahengiyek rasterast di navbera şaneyên di hundirê kampê û derveyî wê, bi taybet herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çolistana Sûriyê û sînorên Iraqê de heye.

 Hejmara pir zêde ya amûrên işkence û qetilkirinê ya ku şaneyên rêxistina terorîst di çalakiyên xwe yên teroristî de  li dijî şêniyên kampê bikar dianîn û di vê pêngavê de ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin, her wiha cihên bin erd ên ku ji bo dadgehkirina qurbanan bi kar dianîn û pişt re bi rêbazên hovane ew qetil dikirin, nîşan dide ku ew şane li ser hişmendiya DAIŞ dimeşin û tirsê dixin dilê şêniyên kampê da ku neçar bin serî li ber fermanên wan bitewînin û tev li çalakiyên wan yên terorîst bibin.

Her wiha cihên perwerdeyên şerîetê ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo amadekirina nifşên nû li ser fikirê DAIŞ bi kar dianîn, hatin ji nav birin.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehî berdewam dike. Heya ku em jiyaneke bi ewle ji bo şêniyên kampê misoger nekin û çavkaniyên ku destek dide şaneyên DAIŞ’ê da ku xwe bi rêxistin bike û fikirê xwe yê radîkal belav bike ji holê ranekin, wê operaseyona me berdewam bike.

Di dema ku operaseyona me berdewam dike de, hêzên me bi baldarî tevdigerin da ku alîkariyên mirovî, lojistîk û tenduristî bi hêsanî pêşkêşî hemû şêniyên kampê bikin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên navneteweyî û herêmî dikin da ku alîkariya mirovî pêşkêşî niştecihên kampê Holê bikin.

Fermandariya Giştî Ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

01`ê Îlona 2022`yan”