Beşdarên çalakiya konvedanê: Heta mafên me misoger nebin, çalakiya dê berdewam bike

Beşdarên çalakiya konvedanê destnîşan kirin ku dê çalakiya xwe berdewam bikin, heta daxwazên wan pêk tên û mafên wan misoger dibe, hemû plan û êrişên li dijî ewlehiya herêmê radiwestin.

Beşdarên çalakiya konvedanê: Heta mafên me misoger nebin, çalakiya dê berdewam bike
1 îlon, 2022   14:04
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Qamişlo bi dirûşma “Kanî dadmendiya we?” li dar ketiye, di roja 21`an de berdewam e.

Bi dehan şênî, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya kantona Hesekê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, endamê rêveber ê HPC-Jin ê kantona Hesekê Necla Qemer axivî û pesna berxwedana pêkhateyên herêmê li hember dewleta Tirk a dagirker da û got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi piştgiriya hêzên leşkerî gotin dê êriş û planên dagirkeriya Tirk bişikînin.”

Li aiyekî din encama HPC`ê ya Kampa Serêkaniyê, Xezale Dawûd axivî û bang li rêxistinên hiqûqî û cîhanê kir ku li kêlek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van êrişan bisekinin.

Sîham Dawûd wiha berdewam kir: “Em ê erkê xwe pêk bînin û welatê xwe biparêzin. Têkoşîna xwe li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan berdewam bikin. Heta daxwazên me pêk neyên û mafên me dabîn nebin, çalakiya me berdewam e.”

(dm)

ANHA