Pêngava li Kampa Holê: Bi dehan motorsklêt û alaveke îşkencekirinê hatin dîtin

Pêngava li Kampa Holê di roja 8`an de didome. Di operasyonên lêgerînê yên li beşa 4`an ê kampê de bi dehan motorsktlêtên girêdayî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û alaveke îşkenceyê hatin dîtin.

Pêngava li Kampa Holê: Bi dehan motorsklêt û alaveke îşkencekirinê hatin dîtin
1 îlon, 2022   08:59
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, îro di saet 04:00'ê berbangê de ketin beşa 4'an ê kampa Holê. Operasyonên lêgerînê li beşa 4`an ê taybet bi penaberên sûrî, didomin.

Nûçegihana me ji Kampa Holê ragihand ku di operasyonên lêgerînê yên li beşa 4`an de bi dehan motorsklêtên girêdayî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û alaveke îşkenceyê ku di konan de hatibûn veşartin, hatine desteserkirin.

Hate hînbûn ku motorsklêt ji bo bicihkirin mayînan dihatin bikaranîn.

Tê zanîn ku li Kampa Holê bikaranîna motorsklêtan qedexe ye.

Vê sibehê jî li heman beşî tunelek hate dîtin ku şaneyên DAIŞ`ê piştî sûcên qetilkirinê dikirin, tê de cenazeyên qurbaniyan vedişartin.

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê bi baldarî didomin.

ANHA