Li Kerkûkê 13 DAIŞ`î hatin girtin

Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê ragihand 13 çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê girtin.

Li Kerkûkê 13 DAIŞ`î hatin girtin
1 îlon, 2022   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi kemînekê 9 çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê girtin ku plana pêkanîna êrişan li dijî welatî û hêzên ewlehiyê dikirin.

Her wiha diyar kir ku 4 terorîstên din ku di nava 'Polîsa Îslamî' û 'Dîwana Cund` de cih digirtin û beşdarî êrişên li ser navendên hêzên ewlehiyê de bûn, hatin girtin.

Di daxuyaniya ku malpera Al Sumaria parve kiriy de hat gotin'' Axaftinên tevahî gumanbaran hatin nivisandin û radestî aliyên dazogeriyê hatin kirin da ku ji ber sûcên ku kirine cezayekî adilane bistînin."