​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 8'an de dewam dike

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê bi roja xwe ya 8'an de dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa 4'an ê kampê dest bi lêgerînê kirin.

1 îlon, 2022   07:30
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Kampa Holê 45 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û kampa herî xetere li cîhanê ye.

Pêngav di roja xwe ya 8'an de berdewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn saet  04:00'ê berbangê ketin beşa 4'an ê kampê û  bi desteka HAT'ê  saet di 05:00'an an de dest bi lêgerînê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên lêgerînê li beşan 1, 2, 3 û 7 bi dawî kiribûn û îro li derbasî beşa 4'an bû. Beriya wê jî beş ji niştecihên wê vala kiribûn û ew bi ber navendên qeydkirinê ve biribûn da ku belgeyên wan nû bikin.

Bi zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, tundî û alozî li Kampa Holê zêde bûn. Ji destpêka îsal ve, şane û malbatên DAIŞ'ê 43 êriş li kampê pêk anîn, 44 kes di nav de 14 jin û 2 zarok qetil kir. Di xebatên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de gelek demançeyên bê deng û amûrên tuj ku çeteyan di sûcan de bi kar dianîn, dîtin.

Her wiha cilên artêşa Tirk a dagirker jî hatin dîtin ku şaneyên DAIŞ'ê bi kar dianîn. Ev yek têkiliyên xurt ên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker de piştrast dike.

Tevî bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo dîtina çareseriyeke ji dosyaya çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li kampan û bangên avakirina dadgehan ji bo darizandina wan, lê civata navneteweyî bêdeng e.

ANHA