Di roja 8'an a pêngavê de tuneleke şaneyên DAIŞ'ê hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşê 4'an ê Kampa Holê de tuneleke çeteyên DAIŞ'ê dît.

Di roja 8'an a pêngavê de tuneleke şaneyên DAIŞ'ê hat dîtin
1 îlon, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li Kampa Holê di roja xwe ya 8'an de dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn saet  04:00'an ê berbanga îro ketin beşê 4'an ê kampê û  bi desteka HAT'ê  saet di 05:00'an de dest bi lêgerînê kir. Di lêgerînê de tunelek hate dîtin ku şaneyên DAIŞ`ê piştî sûcên qetilkirinê dikirin, tê de vedişartin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên lêgerînê li beşên 1, 2, 3 û 7 bi dawî kirin û îro derbasî beşê 4'an bûn. Beriya wê jî beş ji niştecihên wê vala kiribûn û ew bi ber navendên qeydkirinê ve biribûn da ku belgeyên wan nû bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD'ê di 25'ê vê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ragihand.

Qonaxa yekemîn a pêngavê 28'ê Adara 2021'an hatibû destpêkirin û 2'ê Nîsana heman salê bi dawî bibû. Di encamê de 125 çete, di nav de 20 serçeteyên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin.

ANHA