Şêniyên herêma Firatê: Divê em pişta xwe nedin kesî û şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin

Malbatên şehîdan û şêniyên herêma Firatê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî dagirekran li gorî şerê gel ê şoreşgerî tevbigerin û got: "Dewletên ku îdia dikin ku bi me re ne, di hedefkirina zarokên me de bi dewleta Tir a faşîst re hevkar in."

Şêniyên herêma Firatê: Divê em pişta xwe nedin kesî û şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin
1 îlon, 2022   07:19
KOBANÊ

Li hemberî şerê taybet û leşkerî ku dewleta Tirk a faşîst û ajanên wê li ser herêmê pêk tînin, malbatên şehîdan û şêniyên kantona Kobanê bang li gelên herêmê kir ku xwe bispêr şerê gel ê şoreşgerî.

'XWEPARASTIN ÇEKA ME YA LI HEMBERÎ DIJMIN E'

Welatiyê bi navê Elî Ehmed got: "Xweparastin çeka me ya herî guncaw a li hemberî dijmin e. Divê em xwe li ser rêbazên xweparastinê perwerde bikin û di girtina ajan û xayînan de hevkar bin. Ji ber ku ev rol ne tenê ji hêzên ewlekariyê tê xwestin."

Ehmed anî ziman ku dem dema şikandina dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Dem dema hevgirtina me ye, dema vegerandina herêmên dagirkerî û têkbirina dijminê Tirk e. Ji bo ku em bi ser bikevin divê em şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin û xwe nespêrin tu kesî. Dewletên ku îdia dikin ku bi me re ne, bi dewleta Tirk a faşîst di hedefkirina zarokên me yên ku parastinê dikin de hevkar in."

Bavê şehîd Şoreş, Xelîl Ehmed jî diyar kir ku xweparastin rêbazeke ku her zindiyek xwe diparêze û got: "Gul bi striyên xwe, xwe diparêze, divê em ji xwezayê fêrî xweparastinê bibin û xwe nespêrin tu kesî. Divê em li malê xwe bimînin û bi xaka xwe ve girêdayî bin û dev ji bernedin, parastin ev e."

'MAFÊ ME HEYE KU BI HEMAN RÊBAZÊ BERSIVA DAGIRKERIYA TIRK BIDIN'

Bavê şehîd Elî Hemdan, Zekî Hemdan ê ji navçeya Sirînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çavê xwe berdaye herêmê û hewl dide dagir bike û tev li xaka xwe bike mîna ku li Lîwa Îskenderon kir û ev tişt anî ziman: "Rêbazê herî guncaw a bersivandina planên dewleta Tirk a dagirker hevgirtina pêkhateyan û girêdana bi xakê ve ye. Divê em dev ji destkefiyên şehîdên xwe bernedin û li eniyên şer bi QSD'ê re bin, ji ber ku QSD'ê bingeha mayîna me li ser vê xakê ye."

Enadmê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçaya Sirînê Xelîl Hisên destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê êrişên dijminane ne, armanc jê têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye.

Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk ferqê naxe navbera kevir û mirovan û got: "Di parastina herêmên xwe de divê em xwe bispêrin xwe. Ev zarokên vê xakê ne. Çawa ku Tirkiyê malên me topbaran dike, mafê me jî heye ku bersiva wê bidin."

Xelîl Hisên bi navê şêniyên Sirînê got, ew ê tola şehîdan hilîne.

'XWEPARASTIN RÊYA YEKANE YA BERSIVDAYÎNA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YE'

Ciwanê bi navê Celal Ebdulmecîd îşaret bi rola ciwanan a bersivdayîna êrişên Tirkiyê kir û wiha pê de çû: "Em ciwan bingeha hêza civakê ne. Dem hatiye ku em rabin û erka xwe li hember xak û gelê xwe pêk bînin û komployên li ser me têne kirin, têk bibin. Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan me tune bike. Em ji şêniyên xwe re dibêjin ku yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin û xwe bispêrin xwe. Xweparastin rêya yekane ya bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker e. Biçûk beriya mezinan niyetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dizanin."

Welatiya bi navê Muna Ebdullah El-Yûsif ji bajarê Minbicê îşaret bi sekna şêniyên herêmê ya li hemberî xeteriyên derve û got: "Em ê li ser vê xakê li ber xwe bidin. Em ji tu kesî natirsin. Mafê tu kesî nîne ku bi çi sedman xaka me dagir bike. Em gavekê jî paşde navêjin. Şêniyên herêmê ji rewşên awarte re amade ne."

ANHA