Malbatên şehîdan bang li gelê Başûr kir: Li hember PDK`ê serî hildin

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî PDK`ê derkevin ji ber ku destûr daye dagirkeriya Tirk ku Başûr veguherîne qada şehîdxistina pêşengên kurdan, her wiha bi armanca çemberkirina gerîlayan rêyan ji artêşa Tirk re vedike.

Malbatên şehîdan bang li gelê Başûr kir: Li hember PDK`ê serî hildin
1 îlon, 2022   06:46
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Dem demê li Başûrê Kurdistanê sûcên qetilkirin û girtina pêşengên civata kurdî pêk tên, ji wan MIT`a Tirk pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xaka Başûr û bi hevkariya PDK`ê hedefgirtin. Ji ber ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li wir bi hêsanî tev digerin û agahiyan ji wir digirin.

Sûcê herî dawî jî yê li hember nivîskar, dîroknas û endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sûheyl Xorşîd bû ku bi navê "Mamoste Şemal" tê naskirin. Dijmin êrişeke çekdarî li dijî mamoste Şemal a li navçeya Kevrê ya Germiyan a Silêmaniyê pêk anî.

Têkildarî mijarê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê û bavê şehîda Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şîlan, Hesen Birko ji ajansê re axivî û got: "PDK`ê tunekirina xwe di hebûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dibîne. Îxaneta li dijî gelê Kurd dizane û baş dizane ku ew ê ji ber van kiryarên ku pêk tîne, hesab jê were xwestin. Lewma bi hemû rêbazan hewldana têkbirina tevgera rizgariyê dike ji ber ku vê tevgerê parastina Kurdistanê ji dijmin kir."

'GER PDK`Ê XIZMETA GELÊ KURD NEKE JÎ BILA HERÎ KÊM ÎXANETÊ LI WAN NEKE'

Birko diyar kir ku dijmin PDK`ê ji bo helandina partiyê bi kar tîne, di dirêjahiya dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de PDK`ê fermandarên wê kiriye armanc.

Birko anî ziman ku tevî endamên Tevgera Rizgariya Kurdistanê parastina xaka Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk dikin, lê dîsa jî PDK`ê wan dike dike hedef.

Birko wiha axaftina xwe dewam kir: "Ez pirsekê ji gelê Kurd û bi taybet gelê Başûr bikin, gelo kê Şengalê ji terora DAIŞ`ê parast? Ne Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû? PDK`ê her kesên di nav Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dike armanc heta ku ji bo dermankirinê hatibin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê. Mînaka wê jî Mam Zekî Şengalî, Diyar Xerîb û Ferhad Şiblî ye."

Birko pirsa çima gelê Başûrê Kurdistanê li hember kiryarên PDK`ê bê deng in kir û wiha dewam kir: "Çawa gelê Başûrê Kurdistanê û partiyên li wir dikarin li hember kiryarên PDK`ê û  bê deng bin. Divê xwedî helwesteke diyar bin."

Birko wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ger PDK`ê xizmeta gelê Kurd nake, herî kêm bila îxanetê jî li wan neke. PDK`ê li hemberî azadiya gelê Kurd dibe asteng û dawiyê wê dê li ser destên şêniyên Başûr be."

'DIVÊ ŞÊNIYÊN BAŞÛR LI DIJÎ ÎXANETA PDK`Ê DERKEVIN'

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û birayê şehîdê Tevgera Rizgariya Kurdistanê Xelat, Arif Seydo behsa siyaseta dewleta Tirk a dagirker kir ku di nav kurdan de şerê navxweyî derdixe û wiha dewam kir: "Ev êrişên ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin û dê tu encaman bi xwe re neyne, ji ber ku gel li dijî dijmin li ber xwe dide û rastiya wan dizane. Dagirkeriya Tirk êrişî gelê Kurd bi giştî dike û bi hemû rêbazan hewldana qirkirina wan dike. Şerê dagirkeriya Tirk armanc dike di nav kurdan de aliyekî dijberê gelê kurd peyda bike, ji wan PDK`ê ku îro ji partiyên herî zêde dijbertiya berjewendiyên gelê Kurd dike. Ev partî ji dema Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatiye damezrandin û heta îro dijbertiya wê dike."

Seydo anî ziman ku divê tovik û koka îxanetê were rakirin û wiha domand: "Ev xiyanetên dubarekirî yên PDK`ê di dîrokê de ji gelê Kurd re derbeyên giran in û divê tovika vê îxanetê were rakirin, her wiha wek erkekî nîştimanî divê gel îxanetê teşîr û eşkere bike û gelê Başûr jî vê îxanetê bibîne."

Seydo bang li gelê Başûr kir ku li dijî siyaseta PDK`ê derkevin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dijmin li dijî me çekên kîmyewî bi kar tîne û me qir bike, tolê ji me radike ji ber ku em bûne hêzek û me hebûna xwe isbat kiriye. Divê gelê Başûr kiryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê red bikin û rê nedin dijmin ku bikeve xaka wan. PDK`ê ji bîr dike ku ger dijmin destkeftiyên gelê Kurd têk bibe ew ê lê jî bizîvire û wê jî tune bike. Lewma divê gelê Şenglê li dijî PDK`ê derkevin ku rê li pêşiya dijmin vedike da ku şerê gerîla bikin, êdî divê gel rastiya dijmin û armancên wan nas bike."

Hêjayî bibîrxistinê ku PDK`ê 27`ê Tebaxê rêya di navbera girên Hekarî û Amediyê yê rojavayê herêma Zap vekir, da ku dagirkerî bigihêje vê herêmê û gerîlayên ji Nîsana 2021`ê li dijî êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk bi hevbeşiya PDK`ê pêk tîne, disekinin, dorpêç bikin.

(eh)

ANHA