Rêzebiryarên talankirinê yên hikumeta Şamê; Alava GPS’ê li wesayîtên veguhastinê ferz kir

Hikumeta Şamê li ajokarên wesayîtên veguhastina giştî neçar kir ku alava GPS’ê deynin ku buhayê wê 350 hezar lîreyê Sûriyê ye. Ger ajokar alava daneynin, dê sotemenî li ser wan bê birîn. Pispor diyar dikin ku ev biryar ji rêzebiryarên talankirinê yên hikumeta Şamê ye.

Rêzebiryarên talankirinê yên hikumeta Şamê; Alava GPS’ê li wesayîtên veguhastinê ferz kir
1 îlon, 2022   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Hikumeta Şamê li ser welatiyên li herêmên di bin kontrola wê de gaveke nû ferz kir ku barên welatiyan zêde dike. Bi wê re welatiyan neçar dike ku alava diyarkirinê cih (GPS) li ser wesayîtên veguhastinê lec bikin da ku çavdêriya xebatên wan bike. Dê bi wê yekê nêzî 1,4 milyar lîreya Sûriyê ji ajokaran qezenc bike. Hikumetê îdia kir ku ev yek dikeve çarçoveya hewldana dîsplînkirina aloziyê li beşa veguhastinê ya li paytextê ye.

Li gorî rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve, endamê Nivîsgeha Rêveber a Beşa Veguhastinê ya li Şamê Mazin Debas got ji erebeyên giştî re dema navbera mehek û 45 rojan hate diyarkirin ku alava GPS’ê lec bikin.

Debas diyar kir ku lêçûna wê alavê nêzî 350 hezar lîreya Sûriyê ye, ji wê zêdetir jî dê mehane 25 hezar lîreya Sûriyê were dayîn. Ev yek dê di halê hazir de li Şamê pêk were û dê li parêzgehên din jî belav bibe.

Debas got leckirina alavê mecbûrî ye û divê li hemû wesayîtên veguhastinê were leckirin. Debas eşkere kir ku dê alav li nêzî 10 hezar erebeyan werin leckirin, ji wan 7 hezar servîsên ku xizmeta paytexta Şamê û gundewarên wê dikin û 200 basên hikumeta Şamê û yên taybet, her wiha dê li 400 erebeyên parêzgehê jî werin leckirin.

Debas destnîşan kir ku 4 hezar kesên xwedî wesayîtên veguhastina giştî li bajêr pereyên leckirina GPS’ê daye bankê.

‘JI BO TALANÊ YE’

Li ser mijarê, rojnamgerekî sûrî ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, ji ajansa me re wiha got: "Ev biryar ne realîst e û bû sedema henekan di navbera ajokar û welatiyên li Şamê de. Gelo çawa ev alav li bajarekî tê de kehrebe 20 saetan qut e, bixebite, torên peywendiyan ne baş e û heta tora înternetê jî ne baş e."

Rojnameger da zanîn ku ev biryar dikeve xana rêzebiryarên talanê ku hikumeta Şamê li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tîne û wiha domand: "Yê ku ev alav aniye, kesekî berpirsê hikumeta Şamê ye û li ser ajokaran neçar dike ku lec bikin. Armanc ji wê qezenckirin e."

Rojnameger diyar kir ku heta buhayê cîhanê ya leckirina vê alavê yê ji cureya herî baş nagihîne 100 hezar lîreya Sûriyê, lê li Sûriyê 350 hezar lîre ye. Ev nîşaneya eşkere ya qezenckirinê ye. Lê ev alav ji ber nebaşiya wê, bi awayekî guncaw naxebite.

Li ser gefên endamê Nivîsgeha Rêveber a Beşa Veguhastinê Mazin Debas çavkaniyekî got: "Nêz an jî dûr dê hikumet desteka giştî li ser sotemeniyê rake."

Di 6´ê Tebaxê de, wezaretê du biryar diyar kirin. Tê de buhaya benzîna oktan 90 ji hezar û 100 lîreya Sûriyê kir 2 hezar û 500 lîreyê Sûriyê. Lê biryara duyemîn buhakirina lîtreya benzîna oktan 95 e ku ji 4 hezar lîreyê Sûriyê kir 4 hezar û 500 lîreyê Sûriyê. Li ser vê yekê şîrovekarên aborî eşkere kir ku ew gaveke ber bi rakirian piştgiriya hikumetê ji ser madeya benzînê ye.

BIRYARÊN SERDEMA BACGIRTINÊ

Rojnameger destnîşan kir ku yê yekane zirarê ji biryara leckirina alava GPS dibîne welatî ye. Dê bê guman xwediyên erebeyên veguhastina giştî zirarên xwe bi rêya rakirina kirê telafî bike. Ev yek barên aborî li ser welatiyan zêdetir dike.

Rojnameger biryarên hikumeta Şamê bi biryarên serdema bacgirtinê ku dewleta kûr li Şamê dida, wesif kirin.

Ji salan ve li ser pêkanîna sîstema çavdêriya li ser wesayîtên veguhastinê li herêmên hikumeta Şamê axaftin hene. Her wiha Mazin Debas di Sibata borî de axivîbû ku sîstema GPS dê li ser hemû wesayîtên giştî yên li Şamê dixebitin di heman mehê de were pêkanîn û dê destpêkê li Şamê be û piştre li ser hemû parêzgehan were belavkirin.

Welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de azarên krîza veguhastinê û sotemeniyê ji ber biryarên hikumeta Şamê yên bênavber ên buhakirina sotemeniyê û kêmkirina wê, dikişînin. Wê yekê hişt ku kirêya veguhastinê bilind bibe û buhaya kel û pelan zêde bibe.

Wê buhabûnê, hişt ku erebeyên veguhastina giştî û taybet ji armancên xwe yên xizmetê bi dûr bikevin û bibin sedema sereke ya berdana gelek welatiyan ji karên xwe û qutkirina têkiliyên civakî. Tenê di rewşên pir pêwîst de wesayît werin bikaranîn.

(fr)

ANHA