Ji 20´ê Tebaxê ve, dagirkeran di nav de jin û temenmezin 32 welatiyên Efrînê revandin

Çeteyên dagirkeriya Tirk ji 20´ê Tebaxê ve bi bihaneyên bêbingeh ji navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî 32 welatî revandin, ku di nav de jin û kesên temenmezin hebûn. Her wiha 300 darên zeytûnan birîn û dest danîn ser 400 darên din.

Ji 20´ê Tebaxê ve, dagirkeran di nav de jin û temenmezin 32 welatiyên Efrînê revandin
1 îlon, 2022   06:19
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzesûc û binpêkirinên xwe li dijî welatiyên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî didomînin, da ku wan tengav bikin û bidin koçberkirin.

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 6 welatî ji gundê Aşka Rojava revandin; ji wan Azad Mihemed Seydo û Mihemed Seydo hatin nasîn.

Li gundê Kora yê navçeya Cindirêsê jî 4 welatî hatin revandin; Heson Rêzan Bekrî (32) navê dayika wî Emel, Ehmed Şêx Mihemed (29) navê dayika wî Zehîde, Nîdal Mehmûd Hesen (30) navê dayikê Rûşîn, Ebdo Henan Hesen (25) navê dayikê Zeyneb.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyan 5 welatî revandin ku yek ji wan zarok e; Elî Hisên (27) navê dayikê Meysa, Wail Sibhî El Ehmed (31) navê dayikê Bêrîvan, Remzî Remzî Kêlo (16), Abdîn Mihemed Reşîd (75) ê ji gundê Remedana, Şêxo Mehmûd Nasan (33) û Cemîl Hikmet Îbrahîm (26).

Li navçeya Raco jî, çeteyan welatiyek revand û 300 darên girêdayî welatiyê bi navê Ziyad Ezet Bekir (32) ê ji gundê Qere Baba birîn. Ew jî dema Ziyad ji Helebê vegeriya kantona Efrînê pêk hat. Her wiha 300 darên zeytûnê yên Farûq Oso yê ji gundê Elîjaro birîn.

Li navçeya Bilbilê, MÎT´a Tirk dema "Selah Reşîd Hemo" yê ji gundê Dîkê û "Delîl Henîf Horo" yê ji gundê Şêxorzê ji Şehbayê berê xwe da gundên xwe, revandin. Her wiha çeteyan 4 telefonên destan ên bi Delîl re û nêzî 50 gram zêrên hevjîna wî Fatima Mihemed dizîn.

Li navçeya Mabeta jî, çeteyên dagirkeriya Tirk 3 welatî revandin; Behrî Şêx Seydî, Semîr Şukrî Şêx Seydî yê ji gundê Şêxûkta û Elî Mistefa Erîtan ê ji gundê Kurka.

Li navçeya Şêrawayê, çeteyan 8 welatî revandin; Mehmûd Mihemed Îbo û birayî wî Mihemed, Arif Osman, Hesen Talih Osman, Mistefa Nûrî Hec Hesen ên ji gundê Kurzêlê û ew birin girtîgeha Kefer Cenê. Her wiha Xelîl Xelîl Elî, Cemîl Elî Xelîl û Kefan Elî yên ji gundê Fafirtînê revandin û birin girtîgeha li gundê Îska yê li navçeyê.

Li navçeya Şera jî, çeteyan 3 welatî revandin, di nav de 2 jin hene; Wehîbe Tobal (35) û Fîdan Ebdulezîz (43) yên ji gundê Dêrsiwanê û Mihemed Elî Yûsif (65).

Li aliyekî din jî, çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihandin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 400 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ehmed Misto yê ji gundê Keferomê yê Efrînê desteser kirin.

(fr)

ANHA