Fermandarekî leşkerî: Beriya 6 mehan me plana vê pêngavê kir, lê êrişên Tirkiyê dereng xist

Fermandarekî leşkerî destnîşan kir ku li gor agahî û belgeyên li cem wan, çeteyên DAIŞ’ê xwestin di dema êrişa li ser girtîgeha Sînaa de bi desteka dagirekriya Tirk Kampa Holê kontrol bikin, her wiha diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bûn sedema paşxistina “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” ku beriya 6 mehan ve plana wê hatibû kirin.

Fermandarekî leşkerî: Beriya 6 mehan me plana vê pêngavê kir, lê êrişên Tirkiyê dereng xist
1 îlon, 2022   06:11
HESEKÊ – EHMED SEMÎR

Qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê di Kampa Holê de ragihandiye didome. Nexasim piştî ku tevgerên şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê, hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Piştî çend rojan ji destpêkirina operasyonê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tunel, çek û belgeyên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku ji nû ve piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji DAIŞ’ê re eşkere dikin, dîtin.

Der barê pêngavê û armancên wê de, fermandarê Meclisa Leşkerî ya QSD’ê li herêma Cizîrê, Hisên Selmo wiha axivî: “Ji beriya 6 mehan ve ji bo “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” amadekarî hatibûn kirin, lê ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ên bi top, mûşek û balafirên bêmirov ên biçek, destpêkirina vê pêngavê dereng ket. Armanca sereke ya pêngavê girtina şaneyên çalak ên DAIŞ’ê yên di hundirê kampê de ye û yên ku dixwazin ji nû ve fikrê DAIŞ’ê belav bikin.”

Selmo wiha domand: “Pêngav heta niha bi awayekî baş diçe, me 110 kes girtin. Piraniya wan li xwe mikur hatin ku ew şaneyan bi rê ve dibin û êrişên kuştinê di hundirê kampê de pêk tînin. Her wiha me bêhtirî 130 konên nerewa (ji çadir û xalîçeyan pêk tên ku bi hev ve wek konan girê dabûn û di bin de dadgehên veşartî ji bo cezakirina kesên, fikrên wan qebûl nakin, çêkiribûn) û tê de kuştin û perwerdekirina zarokan pêk dihatin. Her wiha me 7 tunel hilweşandin ku şaneyan xwe tê de vedişartin. Di xebatên lêgerî de hêzên me gelek cebilxane, amûrên kuştin û kolandina tunelan jî hatin dîtin.”

Hisên Selmo axaftina xwe wiha domand: “Dema ku artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên me êrişan pêk tîne, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê xwe di hundirê Kampa Holê de bi rêxistin dikin û perwerdeyan tê de li dar dixin.”

Hisên Selmo diyar kir ku êrişên kuştinê yên ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve vê dawiyê zêde bûn û di encama 44 êrişan de, 44 kes hatin kuştin di nav de jin û zarok hene ku fikrê wan qebûl nekirin.

Selmo wiha domand: “Piştî ku me planên çeteyên DAIŞ’ê yên reva ji girtîgeha Sînaa têk birin, wan xwe bi awayekî xurttir bi rêxistin kir. Vê carê xwestin Kampa Hol armanc bigirin. Hat diyarkirin ku hevkariyeke mezin di navbera van şaneyan û dewleta Tirk de heye; gava dewleta Tirk a dagirker li dijî sînorên me êrişan pêk tîne, ew şane di hundirê kampê de çalak dibin û êrişan pêk tînin.”

'ME CÎHAN PARAST Û RÊXISTINA HERÎ METIRSÎDAR TÊK BIR’

Der barê xemsariya civata navneteweyî ya li hember şaneyên DAIŞ’ê de, Hisên Selmo wiha axivî: “Divê civata navneteweyî di vê pêngavê de bi me re bibe alîkar. Ji ber ku çete ji seranserî cîhanê di hundirê kampê de hene. Em jî wek QSD, YPG û YPJ’ê cîhan parast û rêxistina herî metirsîdar têk bir.”

Hisên Selmo wiha li gotinên xwe zêde kir: “Armanca dagirkeriya Tirk ji hedefgirtina avakerên şoreşê, şehîd Jiyan û hevalên me yên kevin, vejandina DAIŞ’ê ye. Em dikarin sînorên xwe û kampa herî metirsîdar a li cîhanê biparêzin, hêz û derfetên me yên ji bo vê yekê hene.”

Selmo axaftina xwe wiha domand: “Em pêngava xwe heta girtina şaneyên DAIŞ’ê, pêkanîna aramiyê ji niştecihên kampê re û rêgirtina li ber belavbûna fikrên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn, didomînin. Ev erkê me ye û serkeftin dê para me be.”

Girêdayî piştgiriya ji şaneyan re tê pêşkêşkirin, Selmo wiha anî ziman: “Piştgiriya lojîstîk û madî ji herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirk de digirin, ji ber ku serokên wan li wir in. Armanca me rêgirtina li ber planên wan e.”

Selmo diyar kir ku DAIŞ hewl dide li ser sînorên Iraq-Sûriyê xwe vejîne, agahiyên di destê wan de teqez dikin ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didan di dema êrişa li dijî girtîgeha Sînaa de, Kampa Holê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker kontrol bikin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya QSD’ê li herêma Cizîrê, Hisên Selmo di dawiya axaftina xwe de got: “Divê cîhan tevde nas bike ku em dikarin li dijî DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin. Gelê me li kêleka me ye. Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin. Serkeftin dê para me û gelê me be.”

(mh)

ANHA