Şêniyan banga eşkerekirina kujerên “Mamoste Şemal” li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir

Şêniyên Kobanê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serweriya PDK’ê kir ku nasnameya kujerên kesayetên welatparêz ên li Başûrê Kurdistanê hatine şehîdxistin, eşkere bike û wan ceza bike.

Şêniyan banga eşkerekirina kujerên “Mamoste Şemal” li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir
1 îlon, 2022   03:29
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê banga eşkerekirina nasnameya kujeran kir ku kesayetên welatparêz û têkoşer li Başûrê Kurdistanê şehîd xistin. Nexasim piştî hedefgirtina endamê Meclisa Tevgera Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadiyê) û nivîskar Suheyl Xorşîd ê ku bi navê “Mamoste Şemal” tê naskirin li navçeya Kevirê ya Germiyanê.

Piştî ku hêzên PDK’ê rê li ber artêşa Tirk a dagirker vekir ku gerîlayên herêma Zapê bikevin dorpêçê, ev êrişa li ser Mamosta Şemal pêk hat.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek şehîd Ferhad Şiblî li herêma Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê di 17’ê Hezîrana borî de şehîd xist.

TÊKOŞERÊN ME LI BER ÇAVÊ HEMIYAN HEDEF DIGIRIN Û HERKES BÊDENG E

/kr/uploads/files/2022/08/31/185518__1.webp

Ciwanê bi navê Diyar Hisên bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember hedefgirtina kesayetên welatparêz li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li biryarên xwe vegere, rêya ku ew tê de ye ne li gor berjewendiyên Kurdan e, her wiha divê gelê Başûrê Kurdistanê jî ji xewa xwe hişyar be û li hember hikumeta xwe ya ku dest bi pêkanîna planên xwe li herêmê kiriye, rabin.”

Diyar Hisên wiha domand: “Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nasnameya kujeran eşkere bike ku kesayetên me yên welatparêz şehîd xistine û ji raya giştî re ragihîne, tevî ku em dizanin ku ew kujer heta niha berdayî ne û karê xwe li ber çavê hemiyan dikin.”

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ QADA PÊKANÎNA PLANÊN TIRKIYÊ YE

/kr/uploads/files/2022/08/31/185558_.webp

Jina ciwan a bi navê Nisrîn Oso jî wiha axivî: “Têkoşerên me ji bo dermankirinê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê ajanên dagirkeriya Tirk ve tên hedefgirtin. Ji ber wê jî em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku tiştê li wir diqewime ji raya giştî re eşkere bike. Hedefgirtina ku li ber çavê hemiyan tê pêkanîn ne tiştekî hêsan e, planek li dijî gelê Kurd heye û xaka Başûrê Kurdistanê jî qada pêkanîna wê planê ye.”

Nisrîn Oso wiha domand: “Daxwaza me ew e ku em wan kujeran nas bikin û divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li xwe û dîroka gelê Kurd vegere. Divê berpirsên wir nas bikin ku yên têkoşerên me şehîd dixin dê rojekê wan jî hedef bigirin.”

DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ HIKUMETÊ RABE

/kr/uploads/files/2022/08/31/185541_.webp

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Fethî Elî îşaret bi giringiya yekitiya çar parçeyên Kurdistanê kir; da ku planên dagirkeriya Tirk werin têkbirin û got: “Mixabin hikumeta Başûrê Kurdistanê êdî bûye çekek di destê dewleta Tirk a dagirker de ku li dijî gelê Kurd bi kar tîne.”

Fethî Elî di dawiyê de wiha anî ziman: “Ji destpêka damezirandina wê heta îro, hikumeta Başûrê Kurdistanê berjewendiyên Tirkiyê pêk tîne. Divê gelê Kurd li dijî wê rabe, îro têkoşerên me ji aliyê ajanên dewleta Tirk a dagirker ve yên li wir û bi alîkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê tên hedefgirtin. Dewleta Tirk a dagirker bi tena serê xwe nikare tiştekî bike.”

(mh)

ANHA