​​​​​​​Gelo wê Yemen bikeve xeta şer a li dijî Îsraîlê?

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê di operasyona xwe ya leşkerî ya dawî ya li Xezayê  de, hin cih li Yemenê kir hedef. Gelo ev yek wê bibe destpêka ketina Yemenê ya xeta li hemberî Îsraîlê?

​​​​​​​Gelo wê Yemen bikeve xeta şer a li dijî Îsraîlê?
1 îlon, 2022   04:31
XEZA – OMER MÛSA

Piştî çend rojan ji bidawîbûna operasyona leşkerî ya li Xezayê serokerkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi, eşkere kir ku artêşa Îsraîlê di operasyona dawî ya leşkerî ya li ser Xezayê de êrişî dewletekê kiriye. Paşê, medyaya Îsraîlê eşkere kir ku welatê Kochavi, behsa wê kiriye, Yemen e.

Kanala 14 ya Îsraîlê eşkere kir Îsraîl çekên pêşketî û mûşek kirine armanc ku tên texmînkirin amadekariyên veguhestina wan bo Hizbullahê dike.

Li gorî raporên Îsraîlê, êrişa ku balafirên Îsraîlê pêk anîne, deverek li Senayê kir hedef ku bi çavdêriya Feyleq Qudis a girêdayê Pasedarên Îranê mûşekên zelal çêdikirin û di encama derbeyê de qurbanî çêbûn.

Li gorî çavkaniyên din, di operasyona leşkerî ya Îsraîlê  ya li dijî Xezayê herêmeke Yemenê kir hedef.

DEREWANDIN Û GEFXWARIN

Endamê meclisa siyasî ya Tevgera ''Ensarullah'' Mihemed Elî El Hûsî nûçeyên ku behsa derbeya Îsraîlê dikin derewand û got: "Ew bê bingeh in."

Li aliyê din berdevkê leşkerî yê hûsiyan Yehya Serî gef li Îsraîlê xwar û got: "Hêzên çekdar ên Yemenê ji her kirineke ehmeqiyê hişyariyê didin dijminê Îsraîlê, ji ber ku ev yek bi bêdengiyê nayê lê bi bersiveke guncaw wê were."

Her wiha got, "Hêzên çekdar di her kêliyê de ji bo her bijardeya ku fermandarî diyar bike amade ye û dijminê Îsraîlî divê vê hişyariyê cidî bigire."

Berdevkê leşkerî yê husiyan Yehya Serî daxuyand ku " Yemen bi serkêşiya xwe, gel û hêzên xwe yên çekdar, li hember her êrişeke muhtemel a li dijî welatê me, wê dudilî nebe."

FIKARÊN ÎSRAÎLÊ JI "ENIYA YEMENÊ''

Di vê çarçoveyê de kanala “i24news” a Îsraîlê li ser zimanê çavkaniyek payebilind a ewlehiyê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîl li Yemenê rastî metirsiyeke rasteqîne hatiye. Li gorî çavkaniyê, "îhtîmala ku hûsî Îsraîl bikin hedef, bûye rastiyek, ji ber ku ev mijar bi koordîneya hevbendiya ku Hizbullah û Îran di nav de ye, tê kirine."

Tê destnîşankirin ku Îsraîl hewldanên amadekirina eniyekê li Yemenê ku tev li her şerekê bê li Îsraîlê re bibe, cidî digre dest.

Li gorî senaryoyan, ziyanên ku di Îsraîlê bibin, cûda ne. Di nav de koma hûsî êrişan bi balafirên bê mirov ên bi çek an jî mûşekan pêk tînin.

Li gorî raporên îsraîlî, karînên leşkerî yên hûsiyan hene ku xwe bighînin hedefên Îsraîlê heger li Deryaya Sor be an jî di xaka Îsraîlê de bin.

Pisporê kar û barên Îsraîlê Salih Enwer ji ajansa me re axivî diyar kir ku heger mijar bighêje rageşeiyeke leşkerî ya berfireh bi Hizbullah re,  Îsraîlê îhtîmala ku Yemen bikeve xeta şer, cidî dibîne û got: "Îsraîlê bi dewletên hevalbend re ku ji Îran, Hizbullah û komên din pêk tê, wekî ku şereke berfireh û nêzîk li ser erdê heye da ku eniyên cûda li hemberî Îsraîlê vekin, nêzî mijarê dibe.''

Enwer diyar kir ku stratejiya ku Îranê hewl dide pêk bîne, ew e ku di her şerekî berfireh de Îsraîlê lawaz bike û got, Îsraîl îtîrafê bi karînên hûsiyên li Yemenê dike ku dikare hedef û saziyên Îsraîlê derbe bike.

Salih Enwer got: "Zehmet e ku Îsraîlê asta rageşiyeke muhtemel bi Hizbullah re diyar bike. Hizbullah jî vê yekê dizane. Ev yek Îsraîlê li pêşberî îhtîmalekê datîne ku rewş bi hez ber bi rageşiyeke li eniyên cûda, ji Lubnanê, heta Sûriyê, Yemen û Iraqê ve bibe.''

Salih Enwer diyar kir ku axaftina li ser şerekê li gelek eniyan senaroyay herî zêde li pêş e ku saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê bi domdarî pê re têkildarî in.

ANHA