Teqînên mezin bajarê Heleb hejandin

Vê êvarê dengê teqînên mezin li bajarê Helebê hatin bihîstin. Agahî hene ku li dijî balafirgeha navneteweyî ya Helebê êrişeke bi moşekan pêk hatiye.

Teqînên mezin bajarê Heleb hejandin
31 tebax, 2022   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Malperên tevna civakî, bi bîr xistin ku teqînên mezin bajarê Heleb hejandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Îsraîlê derdora balafirgeha Heleb û depoyên li nêzî balafirgehê topbaran kiriye.

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê got dengê teqînan li Helebê hatiye bihîstin û lêkolîn der barê de berdewam in.

(dm)

ANHA