Partiyên erebî û kurdî: Lihevhatina bi dewleta Tirk re li ser hesabên sûriyan e

Endam û rêveberên partiyên siyasî diyar kir in ku lihevhatina Şam û Enqereyê li ser hesabê sûriyan e û gotin armanca her du aliyan têkbirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Partiyên erebî û kurdî: Lihevhatina bi dewleta Tirk re li ser hesabên sûriyan e
31 tebax, 2022   23:44
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Piştî civînên li Tehran û Soçiyê yên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de, daneyên vê dawiyê yên der barê dosya Sûriyê de dide xuya kirin bi rêya têkbirina çeteyên dagirkeriya Tirk û Rêveberiya Xweser, hikumeta Şamê li ber xwe dide û hewl dide welat vegere wek beriya 2011`an.

Ji dema lidarxistina van her du civînan ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên hewayî û bejahî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine, hemwextî wê jî hikumeta Şamê ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd û herêmên Şehbayê girantir kir. Her wiha serokwezîrê Tirkiyê û wezîrên rejîma wî jî li ser lihevhatina Enqere-Şamê daxuyanî da û di medyayê hate ragihandin ku Enqere banga derketina "Îtîlafa sûrî" ji welat kir.

Ajansa Tasnim eşkere kir ku hewldanên Rûsyayê hene ku di civîna serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê de, ku dê di Îlona bê de li Ozbekistanê pêk were, Erdogan û Beşar Esed li hev bicivîne.

Heman ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên rewşê dişopîne daxuyand ku rayedarên Tirk di civînekê de bang li "Îtîlfa Nîştimanî ya Sûrî" kir ku ji xaka Tirkiyê derkevin ku têkiliyên xwe yên bi Şamê re di berçavan re derbas bikin.

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a bajarê Hesekê Mihemed Berak destwerdanên derve yên ji dosyaya Sûriyê de red kir û got: "Encamên civînên dawî li ser hesabên xwîna sûriyan e û serdestiya xaka Sûriyê bin pê dike, her wiha rêbaz û awayekî dagirkeriyê ye."

/kr/uploads/files/2022/08/31/185931_-large.webp

Endamê Desteya Rêveber Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Selah Hesen Biro diyar kir piştî ku dewleta Tirk a dagirker di têkbirina projeya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, dixwaze li hikumeta Şamê were.

Biro wiha axaftina xwe dewam kir: "Piştî ku rejîma Tirkiyê di dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, hewl dide bi rêya lihevhatina bi rejîma Şamê re û li gorî Lihevkirina Edene ya nûjenkir xwe ji aloziya siyasî ya li hundir û derve rizgar bike, her wiha dixwaze bi desteka rejîma Rûsya û Îranê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike hedef."

Têkildarî armanca ji vê lihevkirinê siyasmetmedar Biro anî ziman ku dewleta Tirk bi derxsitina îtîlafê û çeteyên wê, hewl dide projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û wiha domand. Armanca dewleta Tirk ji vê lihevhatinê ne tenê ew e, di heman demê de vegerandina penaberên sûrî yên li Tirkiyê ye da ku van penaberan li malên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bike û zexta siyasî ya ku oposîzyona siyasî ya tirkî li ser wê dike sivik bike û di hilbijartinên bê de dengan qezenc bike."

Biro îşaret pê kir ku her lihevhatineke Enqere û hikumeta Şamê dê bandoreke neyinî li tevahî gelê Sûriyê bike û wiha dewam kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve parçebûneke mezin di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, her wiha di navbera rejîm û sûriyan de heye, gelek kes şehîd bûn û bi milyonan penaber bûn.''

Selah Hesen Biro bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û got: "AKP`ê bi rêya lihevhatina bi hikumeta Şamê re hewl dide êş û azarên gelê sûriyan bi kar bîne. Ev yekê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û wê dûrî çareseriyê bixîne."

/kr/uploads/files/2022/08/31/185957_-large.webp

Mihemed Berak têkildarî bandora vê lihevkirinê li aliyên ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li gorî siyaseta Tirkiyê tevdigerin wiha axivî: "Kesên xwe firotin ajandeyên derve, binketî ne, her wiha di destên piştevanan wek Îtîlafa Sûrî û komên çekdar ên girêdayî wan de kaxezek in. Di heman demê de dan xuya kirin ku di destên dewleta Tirk a dagirker de alavek in."

(eh)

ANHA