Welatparêzî Ev e- Sabrî BAGOK- HATE NÛKIRIN

Welatparêzî Ev e- Sabrî BAGOK- HATE NÛKIRIN
1 îlon, 2022   00:38

Dewleta Tirk ya dagirker her roj gefan dixwe û êrîşên dijwar li ser gelê Kurd dimeşîne. Ev sed sal e qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd ferz dike. Dema qirkirina çandî têrî neke dest bi êrîşên qirkirina fîzîkî dike. Îro gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe li Rojava statuyeke xweser ava kiriye. Gelê Bakur-Rojilatê Sûriyê bi vê statuya xweser dixwazin xwe bi rêve bibin.

Dewleta Tirk Kurdê azad û rêveberiya xweser ji xwe re weke xeteriya herî mezin dibîne. Ji ber ku netew dewlet yekperest e. Yekreng û yekdengiyê esas digire. Netew dewlet û netewperestî bingeha faşîzmê ye. Ji xeynî xwe tu gel, çand, ziman, ol û bawerî qebûl nakin. Yên derveyî xwe înkar dikin, êrîş dikin, tune dikin. Ev hemû taybetmendiyên faşîzmê bi dewleta Tirk ya dagirker re hene.

Ev sed sal e bi rêbazên şerê taybet polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Di van êrîşên xwe de dewleta faşîst alîkariya herî mezîn ji hêzên hegemonîk yên weke Emerîka, Rûsya û Ewrupa digire. Her kes li hember van qetlîamên ku li ser gelê Kurd tê meşandin ker e, kor e, bêdeng e. Ji ber ku şirîkê van polîtîkayên qirêj in.

Niha êrîşên dewleta dagirker bênavber didomin. Ji ber hin nakokiyên di nav dewletan de derfeta ji bejayî ve bikeve Rojava nedît. Lê belê ji bo êrîşên ezmanî heta dawiyê îcazet ji van hêzên hegemonîk girtine. Dewleta faşîst ji vê sûd digire û her roj êrîşî gelê Rojava dike. Dixwaze bi van êrîşan gel bitirsîne û ji Rojava bide revandin.

Gelê me yê li Rojava her roj şehîdan dide. Bi sedan zarok û jin jî di nav de berdêlên giranbiha dide. Lê belê gelê Kurd ji van êrîşan naşike û narevê. Ber xwe dide û axa xwe terk nake. Ji bo ziman û nasnameya xwe, ji bo rêveberiya xweser û azadiya xwe her tiştî dide berçavê xwe.

Mînakeke balkêş di 10’ê Tebaxê de hate jiyankirin. Li Qamişlo li gundê Melasibat êrîşeke ezmanî çêbû. Dewleta Tirk ya faşîst wesayîtek hedef girt û sê mirov qetil kirin. Di êrîşa yekem de Bawer Iniz (Çiya Qamişlo) şehîd dikeve. Dijwar Kobanê jî giran birîndar dibe. Êrîş dema seyare nêzî gund e pêk tê. Dijwar ji seyarê derdikeve, lê ji ber ku gelê gund nebin hedef nakeve nava gund. Ji şêniyê gund pênçî metre dûr dikeve.

Gelê gund bi vê êrîşê dibihîse. Mala herî nêzîkî bûyerê mala welatparêzekî ku navê wî Edîb e. Edîb dibîne yek kes di êrîşa hewayî de birîndar bûye. Dixwaze herê alîkariya wî. Lê du kurên wî dixwazin pêşiya wî bigirin. Ji ber ku hê balafira keşfê li ezman digere û gengaze ku êrîş bike. Lê ruxmî vê ji Edîb natirse û diçe alîkariya Dijwar.

Dijwar bi wî halê xwe yî ku giran birîndar bûye jî dema dibîne Edîb ber bi wî ve tê. Bi îşaretên destê xwe dibêje; newe. Dixwazê wî ji êrîşêke din biparêze. Lê wîcdan û exlaqê Edîb rê nadiyê ku Dijwar di halê birîndar de bihêle û paş de vegere. Edîb dema digihê gel Dijwar û hewl dide ku alîkarî bike êrîşeke din ya ezmanî çêdibe û herdu bi hev re şehîd dikevin.

Dijwar û Bawer endamên QSD’ê ne. Ji bo gelê xwe hem li hember DAIŞ`ê û hemû çeteyan hem jî li hember dewleta dagirker têkoşîn dikin. Hêzên eskerî ne. Edîb jî şêniyekî gund e. Di vê mînakê de jî diyar e hêzên ewlekarî û parastinê yên eskerî û gel çawa bi hev ve girêdayî ne û heta mirinê bê çawa hevdu diparêzin. Şoreşgerî û welatparêzî ev e.

Ev mesajeke herî mezin ya ji dijminê gelê Kurd re ye. Gel ji Erdogan û dewleta wî ya faşîst re dibeje “em ji te natirsin. Ji tank û topên te, ji teyare û hemû êrîşên te em naşikin û axa xwe terk nakin.”

Edîb mirovekî di halê xwe de bû. Bi gelê xwe re bû. Zirara wî negihaştibû tu kesî. Dagirkerî nebûya, ev dijminê xwînxwar û êrişên wî yên faşîst nebûna, me gelekan ev mirov nas nedikir. Edîb mirovekî bi civaka xwe, malbata xwe, axa xwe ve girêdayî bû. Mirovekî bi rûmet bû. Xwedî exlaqekî civakî bû. Dema êriş li ser civak û axa wî dihat kirin, nedikarî çavê xwe ji vê re bigire. Nedikarî tenê li xwe bifikire. Ji ber vê yekê jî bi helwest û şehîdbûna xwe bû sembola welatparêziyê.

Heta Dijwar, Bawer û Edîb hebin tu hêz nikarin vî gelî ji azadiya wî dûr bixin. Tu dewletên dagirker nikarin rêveberiya xweser a gelan ji holê rakin. Bi hezaran Dijwar, Bawer û Edîb niha ji bo welat û axa xwe, ji bo civak û gelê xwe, ji bo rêveberiya xwe ya xweser, bi kurtasî ji bo azadiya xwe tê dikoşin û armancên wan pêk tînin.

ANHA