Jinên ji Qamişlo: Heta ku bersiv neyê dayîn wê çalakiyên me berdewam bikin

Jinên ku beşdarî çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bûne, bêdengiya civaka navneteweyê ya li hemberî qetilkirina 4 zarokan li navenda perwerdeyê ya li Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: "Heta ku bersiva banga me neyê, wê çalakiya me bi dawî nebe."

Jinên ji Qamişlo: Heta ku bersiv neyê dayîn wê çalakiyên me berdewam bikin
1 îlon, 2022   01:50
QAMIŞLO

Dewleta Tirk  a dagirker di 18'ê vê Tebaxê de navenda perwerdekirina keçan a li gundê Şemoka yê girêdayî Hesekê bi balafireke bê mirov a bi çek bombebaran kir. Ew navend 2 kîlometreyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye. Di encama bombebaranê de 4 zarokên keç; Ranya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo şehîd bûn.

Jinên ji bajarê Qamişlo nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya li hemberî van sûcan, dan û got: “Em ê di bin vî konî de berxwedanê bikin heya bersivekê bidin me.”

Ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Kongra Star û HPC-Jin 12'ê Tebaxê bi diruşmeya "Kanî dademendî û wijdanê we?" dest bi çalakiya konvedanê li pêşiya avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan a li bajarê Qamişlo kir. Çalakî bi biryardarî dewam dike.

'DEWLETA TİRK Bİ ÊRİŞÊN XWE HEWL DİDE DAIŞ ZİNDÎ BİKE'

Şêniya bi navê Bêrîvan Yunis îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê roj bi roj zêde dibin û got: "Dewleta Tirk şer ragihandiye. Rojane zarok, jin, kal, pîr û pêşengên civakê tên hedefgirtin. Deweleta Tirk dema ku derbasî Cerablusê bû, hedî hedî cihê xwe li wer girt. Li ser vê esasê jî em hemû dizanin ku dewleta Tirk ji bo DAIŞ'ê pira yekemîn bû û piştevanê yekemîn ê çeteyên DAIŞ’ê ye. Êdî rola xwe nû dike ku DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike."

 Bêrîvan Yunis, balkişand li ser êrişa li ser navenda perwerdekirina zarokên keç a gundê Şemoka yê Hesekê ku di encamê de 4 zarok şehîd bûn, û wiha domand: " Tevî ku ev dibistan dibin siya Neteweyên Yekbûyî de ye, lê hat hedefkirin. Ew zarok li wê derê xwendina xwe temam dikirin. Bi taybet ji bo çi jin hertim tê hedefgirtin? Heger ev zarok li deverên din bana gelo wê hatibana hedefkirin? Gelo qirkirina gelê Kurd ragihandine? Gelo bi zanebûn êrişî Kurdan dikin? Şoreşa me şoreşa biratiya gelan û şoreşa jinan e. Jinan di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ya leşkerî ava kir û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir."

Bêrîvan Yunis beşdarî çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY`yê ya li Qamişlo bûye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev konê çalakiyê bi pêşengiya Kongra Star û HPC'ê hatiye lidarxistin. Em hatine vir da ku helwesta gelê Kurd nîşan bidin. Rojan êriş li ser Kurdan tên kirin. Divê ev êriş werin sekiandin. Dewleta Tirk dixwaze herêmên me vala bike da ku demografiya wê biguhere û îradeya gel bişkîne."

'EM DEV JI XAKA XWE BERNADIN'

Şêniya bi navê Necah Hesen jî beşdarî çalakiya konvedanê bûye, armanca xwe ya tevlêbûna çalakiyê wiha anî ziman: “Em îro hatine bin konê rûmetê yê li ber  navenda Neteweyên Yekbûyî da ku qetilkirina 4 zarokan şermezar bikin.  Em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Weke jin em ê berxwedana xwe dewam bikin û welatê xwe biparêzin. Em ê piştgiriya hêzên xwe yên parêzvan bikin."

Necah Hesen got, ew ê di bin konê çalakiyê de bin heta bersiva wan bê dayîn û ev peyman da: "Li vir, li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî, em mafên xwe dixwazin. Em dixwazin zarokên me bi azadî bijîn. Em ê di bin konê berxwedanê de bin heta ku bangên me bê bersivandin."

'HETA KU BERISVA ME NEYÊ DAYÎN WÊ ÇALAKÎ DEWAM BIKIN'

Jina bi navê Cewahir Osman jî diyar kir ku dewleta Tirk jinan hedef digire û wiha anî ziman:“Bi taybet Rêveberiya Xweser hedef digire. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze tirsê bixe nava gel, ji ber Neteweyên Yekbûyî destûr nedaye wê ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Armanca dewleta Tirk ew e ku gel ji herêmê vala bike û guhertinek demografîk pêk bîne, Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vê yekê dike. Armanca sereke ya dewleta Tirk jin e."

Cewahir Osman bang li dayikên şehîdan û hemû jinên ku di vê şoreşê de berdêl dane kir ku şoreşa xwe bigihînin serkeftinê.

Cewahir Osman da zanî: “Me ev çalakiya kon li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li dar xistiye da ku vê nameyê bidin ku 'ewqas komkujî li ser me tên kirin, hûn bêdeng in, hûn dibêjin em saziyên mafên mirovan in, lê ewqas komkujî li ber çavên we tên kirin, hûn dengê xwe nakin."

 Cewahir Osman wiha dawî li axivitina xwe anî: “Ev kon û ev çalakî wê berdewam bike heya ku nameya me bighêjê wan û bersiveke rast bighêjê me. Dewleta Tirk çiqas êrişî me bike, em tu carî paşve gav neavêjin û em ê piştgiriya şervanên xwe bikin.”

ANHA