KJK: Pêwîst e li her derê rabin ser piyan û hilanîna tola wan erkê me hemûyan e

KJK’ê bal kişand ser zêdebûna êrişên di pêvajoya dawî de û got, “Em weke jin divê di vê pêvajoya hestiyar de bi awayekî herî xurt rola pêşengiyê bilîzin. Divê em gel û dostên xwe li her derê seferber bikin, rabin ser piyan û ji dijmin hesab bipirsin.”

KJK: Pêwîst e li her derê rabin ser piyan û hilanîna tola wan erkê me hemûyan e
31 tebax, 2022   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ragihand, “Dewleta a Tirk a faşîst û dagirker êrişên xwe yên qirkirinê li tevahiya Kurdistanê didomîne, hema bêje her roj êrişî gelê me yê welatparêz dike û qetil dike. Li Kifrî, yek ji pêşengên gelê me yê Başûr û Soran Suheyl Xurşîd Ezîz û li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê pêşengê welatparêziya şoreşgerî ya salên dirêj Ebûzêyd Abdullah Ubeyd, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Di demekê de ku her roj êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên sivîlan didomin, li Xanesorê ya Şengalê bi SÎHA’yan êriş pêk hatin. Eşkere ye ku dewleta Tirk bi van êrişan re israr dike ku komkujiyên ku DAÎŞ’ê li Rojava, Şengal, Başûr û Mexmûrê nîvco hiştî temam bike. Lê divê Komara Tirk bizane ku wê ew êrişên wê bê bersiv nemînin.”

‘Hilanîna tola wan erkê me hemûyane’

Di daxuyaniya KJK’ê de ev nirxandin hatin kirin:

“Şehîd Ebû Zêyd di salên 90’î de li Botanê ji ber welatparêziyê rastî êşkenceyê hat, gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin, piştre bi hezaran Botanî koçberî Başûrê Kurdistanê bûn û 28 sal li Mexmûrê bi gelê Mexmûrê re têkoşîneke bênavber û bi rûmet birêve bir. Tevî hemû zextên dewleta Tirk, DAIŞ û PDK’ê, ti carî ji prensîbên xwe yên şoreşgerî û welatparêzî û armancên xwe yên azadiyê tawîz nedaye, berevajî wê, têkoşînekî ku rojane girêdana wî mezin dibe birêve biriye. yek ji pêşengên mezin ên gelê me yê Mexmûrê ye. Şehîd Sûheyl Xurşîd di heman demê de welatparêzek e ku jiyana xwe ji bo azadî û ronahiya Kurdistanê feda kiriye. Kesayetek pêşeng ê mînak ê gelê me yê Soran e ku divê li ser şopa wî bimeşin. Her du welatparêzên me ji bo jiyanek azad û wekhev, ji bo Kurdistana azad jiyana xwe ji dest dane û ji bo vê jî şehîd bûne. Pêşengiya wan a welatparêz ya Kurdistanê ronî dike ronahiyê dide me. Em soz didin ku em ê bi paqijkirina axa xwe ji dagirkerên faşîst û xayinan û avakirina Kurdistana azad ji bîranînên van şehîdên welatparêz ên mezin re bibin bersiv. Erk û berpirsyariya sereke ya hemû gelê me yê welatparêz û şoreşger, ciwan û jinên azadîxwaz e ku tola her êrişa dijmin bi rêxistinbûyîneke zêdetir hilînin, bibin yek û bibin hêza çalakiyê û tiştên ku di niviyê de hêlayî bi cih bînin û bibin serketinê.

Êriş bi armanca teslîmgirtina nasnameya welatparêziyê tê kirin

Çawa ku Rêberê me di axaftina xwe ya dawî ya telefonê ya kurt de hişyarî da, em di pêvajoyeke pir xeternak de ne. Êrişên qirkirinê roj bi roj zêde dibin, dijmin her tim êriş dike, hewl dide vîna azad a Kurdan bişkîne û teslîmiyetê ferz bike. Bi taybetî jî bi ferzkirina xiyanetê, îxanetkariyê û sîxuriyê, lewazkirina Kurdayetiya azad ji hundir ve weke polîtîkaya êrişê ya bingehîn pêk tîne. Polîtîkaya bingehîn a leşkerî ya Komara Tirk a faşîst di vê pêvajoyê de li ser bingeha çekên teknîkî (çekên nukleer ên taktîkî-kîmyewî jî di nav de) û hêzên xayîn-îxanetkar pêş dikeve. Esasê wê ev e, ji xeynî wê ti aqilê şer, serweriya taktîkî û hêza pêkanîna wê tune ye. Bi temamî xwe dispêre teknîk û xiyanetê. Ji aliyekî ve bi taybetî li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi çekên kîmyewî û bi xiyanet û hevkariya PDK’ê êrişî gerîlayên me dike, Li aliyê din jî li bajaran û qadên xebatên civakî bi agahiyên ku ji xayin û ajanan distîne gelê me yê welatparêz, zarok, keç û kal û pîran qetil dike. Gelê me yê bi rûmeta bûyîna welatparêz, azadbûn û şoreşgerbûnê dijî, sûcê xwe nîne, parastina jiyana azad û ji bo wê jiyankirin tu carî nikare bibe sûc. Armanca van êrişan, bi hedefgirtina li ser Kurdbûna azad, jina azad û jiyana azad a li Kurdistanê mezin dibe, tenê ferzkirina tirsandin û teslîmiyetê ye. Bi armanca tepisandina nasnameya welatparêziyê ya ku bi berdêlên mezin şîn bûye û mezin dibe ye.

Em bêhnê li dijmin biçikînin

Bi êrişa li ser jinê, nasnameya jina azad dike hedef û dixwaze jina azad teslîm bigire. Ji ber vê yekê jinên Kurd li Bakur rastî êşkence, destavêtin û qetilkirina leşker-polîs û cerdevanan tên. Ji fermandar û şervanên YPJ’ê yên ku li Rojava di şerê li dijî DAIŞ’ê de rol lîstin bigire, ji keçên ciwan heta zarokan, bi awayekî hovane êrişî nirxên şoreşgerî yên jinan dike. Bi giştî li seranserê Kurdistanê bi lîstikên şerê taybet hewl dide jinên Kurd bi şêweyên cur bi cur tine bike. Di bingehê xwe de bi êrişa li ser jinê ku dînamîka sereke ya azadkirina civakê ye tê xwestin dawî li geşedanên şoreşgerî û welatparêzî bînin.

Her ku dijmin qels dibe, êrişkartir dibe, dixwaze bitirsîne û serketinê bi dest bixe. Sedema ku ew qas êrişên xwe zêde dike jî ji hê bêtir qelsbûna wan çavkaniya xwe digire. Di vir de ya girîng ew e ku gelê me, jin û rêveberên me bi awayekî rast û xurt bersiva van polîtîkayên êrişkar bidin. Dijmin çiqas êriş bike, divê li hemberî wê ewqasê xwe rêxistin bike rabe ser piyan û bi ser de biçe. Ajantî û îxanet li dijî welatparêziya Kurd a azad tê ferzkirin, li hemberî vê jî divê xiyanet zêdetir were teşhîrkirin û cezakirin, welatparêzî jî bi kûrahî were bikokkirin. Divê li her derê bersiv bê dayîn û hesab bê pirsîn. Di serî de jin, jinên ciwan û dayikên me divê li hemberî van ferzkirina îxanetê azadî û welatparêziyê biparêzin, hesab bipirsin, rabin ser piyan û rakin ser piyan. Em nehêlin dijmin nasnameya rêxistinbûyî ya Kurd û jinê qels bike. Berevajî vê, bi zanebûna ku dijmin di pozîsyoneke pir lawaz de ye, em hîn zêdetir bi ser de biçin û hîn bêhtir bi rêxistinî bi ser de biçin. Em bêhnê li dijminê ku qels bûye û hatiye asta hilweşînê biçikînin, em hîn zêdetir bi ser de biçin.

Divê gelê me li her derê helwesta xwe ya li dijî PDK’ê mezin bike

PDK ya ku ji destpêkê ve hevkarê êrişên artêşa Tirk a faşîst a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, polîtîkayên xwe yên xiyanetê û piştgiriyê didomîne. Herî dawî jî PDK’a ku ji bo çêkirina rêya di navbera Metîna û Rojavayê Zapê ya ji bo leşkerên Tirk de pêşengî dike, ji aliyê Navenda me ya Parastina Gel ve careke din hate hişyarkirin. Lê PDK weke ku dizane kiryarên xwe didomîne. Hevkariya li ser esasê vê îxaneta ku bi berjewendiyên rojane û malbatî derketiye holê, ji bo hemû Kurdistanê bi taybetî jî ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Mafê PDK’ê nîne li Kurdistanê vê yekê bike, beriya her tiştî îxaneta li gel û nasnameya xwe ye. Heta îxaneta li berjewendiyên wan bi xwe ye. Divê hemû gelê me yê welatparêz, di serî de dayik û jinên me, li her derê helwesta xwe ya li hemberî PDK’ê mezin bikin. Nêzîkatiya PDK’ê ya li ser berjewendiyên gemar û erzan ku vî dijminî xurt dike, qet nayê qebûlkirin. Bi taybetî gelê me yê Başûr divê helwest û sekna xwe ya li hember xeta PDK’ê bi awayeke xurtir nîşan bide û cewherê xwe yê welatparêziya rast seferber bike.

Di vê dema hesas de weke jin divê em bi awayekî herî xurt rola pêşengiyê bilîzin. Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, bi rengekî ku em bi ti awayî rê nedin dijmin, divê em ruh, mejî, dil, hêz, derdora xwe, gel û dostên xwe li her derê seferber bikin, divê em rabin ser piyan û hesabê ji dijmin bipirsin. Rabûna ser pêyan û berxwedana jinê ya bi hêz û baş hatî rêxistinkirin, wê bibe berxwedana sereke ku derbeya mezin li faşîzma AKP-MHP’ê ya lewazbûyî û xiyanetkar-hevkaran bixe. Bi vê zanebûn û baweriyê divê em xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin û rola xwe bilîzin.”