Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin

Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî 7 roj li du xwe hişt. Geşedanên di nav rojê de diqewimîn me bi dîmen û wêne kişandin.

Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
Roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 5 çete hatin girtin
31 tebax, 2022   17:45
HESEKÊ

Li dijî hişmendiya DAIŞ`ê û qetlîamên ku di Kampa Holê de pêk tînin, bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriyaYPG, YPJ, QSD`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî dest pê kir. Pêngav îro roja xwe ya 7`an li dû xwe hişt.

Di saetên sibehê 04:00`an de bi kombûna hêzên pêngavê, operasyoneke teybet li beşa yekemîn  dest pê kir û xebatên lêgerînê di beşa 7`an a penaberên îraqî de bi dorpêçkirina beşê re hate destpê kirin. Di encama operasyona taybet de 5 çete û 6 kesên gumanbar hatin girtin.

Bi awayekî baldar penaberên beşa 7`an ji aliyên hêzên ewlekariyê ve ji bo wergirtina sicîlan hatin komkirin. Paşê kon yek bi yek hatin kontrol kirin û her wiha ji bo teqemeniyan jî detector hate bikaranîn. Konên zêde yên vala ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin rakirin ku li gor qanûnên kampê konên zêde qedexe ne.

Di encama lêgerînê de gelek kesên gumanbar ji aliyê hêzên pengavê ve hatin girtin. Hin pereyên DAIŞ û kesek ku fikrê DAIŞ`ê fêrî zarokan dikir hate girtin. Her wiha di nav konê jinekê de jî metaryalên DAIŞ hatin dîtin.

Pêngav wê sibe di saetên sibehê de berdewam bike.

ANHA