Dagirkeriya Tirk gule avêt dewriyeyeke Rûsyayê li rojhilatê Eyn Îsayê

Dagirkeriya Tirk îro êrişî dewriyeyeke Rûsyayê li rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê kir hedef. Di encamê de dewriye vekişiya û vegeriya baregeha xwe ya li Eyn Îsayê.

Dagirkeriya Tirk gule avêt dewriyeyeke Rûsyayê li rojhilatê Eyn Îsayê
31 tebax, 2022   16:31
EYN ÎSA

Dewleta Tirk gule avêt dewriyeyeke Rûsyayê li nêzî gundê Sefewiya yê başûrê bajarokê Hîşe û li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ye û bi 3 kîlometreyan dûrî rêya M4 e. Di encamê de dewriye vekişiya û vegeriya baregeha xwe ya li Eyn îsayê.

Duh jî, sekvanên dewleta Tirk a dagirker erebeya welatiyê bi navê Mesûd Mihemed li ser rêya M4 kiribûn hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

(dm)

ANHA