Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
31 tebax, 2022   12:03
HESEKÊ

Bi dirûşma "Na ji dagirkerî û guhartina demografiyê re" bi sedan şêniyên Dirbêsiyê xwepêşandek ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Her wiha şêniyan bêdengiya garantorên agirbestê şermezar kir.

Xwepêşandan ji pêş navenda ciwanan a li naverasta navçeyê ber bi kolana sûka navendî ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Li sûka navendî xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star Nesrîn Memê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo zindîkirina serdema Osmanî ye. Dewleta Tirk rojane li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tîne, zarokan dike armanc."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina fermandarên YPJ´ê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî hate kirin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û qada hewayî ya herêmê bigirin da ku rê li pêş êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov bigirin.

Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA