Şêniyên Dêrikê: Em li hember dagirker û xayinan çokan danaynin

Şêniyên navçeya Dêrikê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û êrişên bi hevkariya PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku “ew ê çokan ji dagirker û xayînan re daneynin.”

Şêniyên Dêrikê: Em li hember dagirker û xayinan çokan danaynin
31 tebax, 2022   10:27
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên qikirinê zêde kirine. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî planên êrişê yên dagirkeriya Tirk dibe û heta niha di êrişên li dijî gerîla de roleke mezin lîstiye. Li hember êrişên qirkirinê bertekên gel û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û van êrişan wek hedefgirtina îradeya xwe dihesibînin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê tevî partiyên siyasî û oldaran li Qada Azadî a Dêrikê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandêran êrişên dewleta Tirk a dagirker, binpêkirina qanûnên navneteweyî ku civata navneteweyî li hember wê bê deng e, şermezar kirin.

Xwepêşandêr di kolanan geriyan, dikardaran jî dikanên xwe girtin. Beşdaran wêneyên zarok û jinên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, rakirin.

Li pêşiya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û bal kişand ser dîroka komployên têkbirina vîna gelan û got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin, her wiha sedsaliya Peymana Lozanê ya ku herêm parçe kir û gelê wê ji mafên wan bê par kir, nêz dibe. Îro jî bi rêya planeke nû careke din vîna me dikin armanc."

Ebdurehîm anî ziman ku êdî gel xetereya planên dijber û rastiya dewletên mêtinger ku berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna gelên herêmê saz dikin, nas dike.

Ebdurehîm diyar kir ku gelê azadîxwaz û yên di berxwedan û têkoşînê de baweriya xwe bi fikrê rêber Abdullah Ocalan anîne, ne mumkin e ku çokan ji dagirker û faşîstan re deynin.

Ebdurehîm hevkariya PDK`ê di êrişên artêşa Tirk ên li dijî gerîla de şermezar kir û wiha dewam kir: "Êdî xiyaneta PDK`ê eşkere ye ku korîdoran ji dagirkera Tirk re vedike da ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a faşîst li ser bingeha tunekirina nasnameya gel û dîroka wan û pêkanîna sûcan, hebûna xwe xurt dike."

Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif jî axivî û destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku dikarin dagirkeran têk bibin, nexasim piştî ku DAIŞ di aliyê cografî têk birin.

Şadiye beşdarbûna PDK`ê tevî artêşa Tirk a dagirker di êrişên qirkirinê yên li dijî welatiyêan de şermezar kir û got ew ê li hemberî siyaseta PDK`ê ya li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bê deng nemînin.

(eh)

ANHA