Li paytexta Tîgrayê ya Etiyopyayê êrişa hewayî

Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê û rayedarekî nexweşxaneyeke xwecih ragihand ku şeva din li paytexta herêma Tîgrayê Mîkîliyê ya li bakurê Etiyopyayê, êrişeke hewayî pêk hatiye.

Li paytexta Tîgrayê ya Etiyopyayê êrişa hewayî
31 tebax, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê Getachew Reda li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Li dijî bajarê Mîkîlî êrişa bi balafira bêmirov pêk hatiye. Tu armancên leşkerî li cihê hedefgirtî, tune ne."

Serokê nexweşxaneya sereke ya Mîkîliyê Kiprom Gebreselassie jî li ser Twitterê piştrast kir di êrişa balafira bêmirov de qurbanî çêbûne.

Hefteya borî şerê li bakurê Etiyopyayê bi taybet li herêmên sînorî yên herêma Tîgrayê nû bû, hêzên Tîgray û hikumet hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin ku beriya 5 mehan hatibû ragihandin.

(cx)