Balafirên Rûsyayê li Idlibê 2 herêm bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora gundê çiyayê Zawiyê û derdora kargeha konserwayê ya li rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê li Idlibê 2 herêm bombebaran kirin
31 tebax, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê 2 derbe li herêma qaşo bêçek dan. Balafiran derdora gundê Serce yê li çiyayê Zawiyê û derdora kargeha konserwayê ya li rojavayê Idlibê bombebaran kir û agahiyên li ser birîndaran hene.

Balafirên şer ên Rûsyayê di 23´yê Tebaxê de 14 derbe li derdora Idlibê dabûn. 3 balafirên şer bi nobetdarî herêm bombebaran dikir. Di wê herêmê de baregehên perwerdekirina çeteyên Tehrîr El Şam û komên din hene.

(fr)