Li Bexdayê mayînek bi erebeyeke Heşd Şebî de teqiya

Medyaya Iraqê ragihand ku li bakurê parêzgeha Bexdayê teqînek rû daye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdayê mayînek bi erebeyeke Heşd Şebî de teqiya
31 tebax, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Iraqê ragihand ku mayînek li bajarokê Temîye yê li bakurê parêzgeha Bexda di wesayîteke girêdayî Heşd Şebî de teqiya.

Li gorî hatiye ragihandin di encama êrişê de çekdarekî Heşdî Şebî hatiye kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûne.