Rojnameyên erebî: Rîcal El Kerame dikevin pey komên girêdayî Şamê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşên li Siwêdayê ya Sûriyê, aloziya Iraqê û şerê li Terablusê ya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Rîcal El Kerame dikevin pey komên girêdayî Şamê
31 tebax, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

'RÎCAL EL KEREME BI SER KOMÊN GIRÊDAYÎ REJÎMA SÛRIYÊ DE DIGIRE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Tevgera Rîcal El Kerame ku ji komên herî sereke yên xwecih ên li Siwêdayê ye ku piraniya wan durzî ne, ragihand ku ji nû ve dest bi operasyonên leşkerî û hemleya xwe ya li dijî komên terorîst ên çekdar kirine. Tevgerê diyar kir ku operasyon li dijî serçeteyekî herî xeternak ê wan koman e ku li bajarokê Qenewat e ku bi biryareke yekalî ya serkirdeyekî wan koman hatibû berdan.

Tevgerê da zanîn ku serkêşê ‘Hêzên Fehid’ Selîm Hemîd ên bi ser ‘Hêzên Fecir’ ve ji hêla koma ‘Lîwa Cebel’ ve beriya çend rojan hate berdan.

Tevgerê bang li hemû endamên komê kir ku xwe radest bikin û soz da ku dê her kesê hewl bide li hember wan bisekine, bersiveke tund bidin. Her wiha bang li welatiyên li bajarokê Qenewat kir ku li malên xwe bin heta operasyon bi dawî dibe da ku Siwêda ji çeteyên terorîst ên çekdar xelas bibe û ji nû ve ewlehî û îstîqrar li herêmê vegere.

Çavkaniyên herêmî tên ji Siwêdayê got endamên tevgera Rîcala El Kerame bi ser gelek malên li Qenewat de girt, ji wan jî mala Selîm Hemîd ê serçeteyê ‘Hêzên Fehid’ û malên endamên koma wî ku kom wan bi pêkanîna sûcên qetilkirinê, dizî û hevkariya bi tevgera ‘Hêzên Fecir’ tawanbar dike. Hêzên Fecir bi ser şaxê muxaberata leşkerî ya li Siwêdayê ve ne. Dema tevgera Rîcal El Kerame bi ser mala Selîm Hemîd de girt, li malê nedît, lê tevgerê da zanîn ku gelek endamên koma wî girtine û piştre 4 ji wan berdane. Ew jî piştî hat îsbatkirin ku destê wan di sûcan de tune ye. Lê yên din hîna girtî ne, ji ber ku di dema serdegirtinan de gule li wan reşandin."

‘HEMLEYÊN ÎRANÊ ŞERTGIRIYA SEDR ASTENG DIKIN’

Li ser rewşa Iraqê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên iraqî da zanîn ku xîtaba serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji alîgirên xwe re ku ji qadê bi çend saetan vekişin, ne plankirî bû. Lê ev gav neçarî bû, piştî hin nîşane ji Îranê de jê re hatin. Di wan nîşaneyan de komeke "na" hebû û divê li ser wan raweste û şertgiriya xwe ya li ser kaosê ku duşemê piştî ragihandina li ser vekişîna ji siyasetê bi dawî bike.

Çavkaniyan da zanîn ku Îran ku serokê Tevgera Sedr di demên borî de paşguh kiribû da ku li xwe û vebijêrkên xwe vegere, Sedr hişyar kir ku ew şîeya yekgirtî dixwaze, ne şîeyeke Ereb û yên alîgir dixwaze. Divê bi diyaloga bi Çarçoveya Hemahengiyê û fermandarên wê re qebûl bike û nakokiyên xwe yên berê bi serokwezîrê berê Nûrî Malikî re ji bîr bike. Ji ber ew dikevin xizmetî şîeyên li Iraqê.

Çavkaniyan diyar kir ku Sedr xwe raxist hember 2 vebijêrkên dijwar. Ya yekemîn; dê li hember dewleta Iraqê be, artêş û hêzên Iraqê be. Ew jî tu sûdê lê nake. Ya duyemîn jî; xwe û alîgirên xwe raxist hember hevrikiyeke vekirî bi hêzên Çarçoveya Hemahengiyê re ku di bin kontrola Îranê de ne.

Mîna berê Îranê bi rêya wekîlên xwe yên li Iraqê şerê ‘Sewlet Fursan’ ji bo hişyarkirina Sedr dest pê kiribû û berê jî dema Hizbullah bi tenê li hember derbeyên tund ên Tevgera Emel di salên 1980´yî de hiştibû.

Piştî Sedr ragihand ku ji tevahî çalakiyên siyasî vekişiya, karên tundiyê dest pê kirin, ew biryar bersivdana paşguhkirina serok û partiyên şîe yên dîtir li ser çaksazkirina sîstema desthilatê hat dayîn."

‘ARTÊŞA LÎBYAYÊ HIŞYARÎ DA KESÊN TEVLIHEVIYÊ LI WELAT ÇÊDIKIN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Fermandariya Giştî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê helwesta xwe li ser bûyerên li paytext Terablusê ku di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn, eşkere kir. Li Terablusê di navbera milîsên alîgirên Debîbe û Başaxa de şer derketibû.

Dema fermandarê giştî yê artêşê Xelîfe Hefter serdana bajarê Kufre yê başûrê rojhilatê Lîbyayê kir, destnîşan kir ku hêzên wî dikarin derbasî herêma rojavayê Lîbyayê û Terablusê bibin û li hember aloziyê bisekinin. Hefter got: "Ji bilî gel tu kes nikare Lîbyayê rizgar bike û nexşerêyekê deyne."

Li aliyekî din jî berdevkê Artêşa Nîştimanî Ehmed El Mismarî diyar kir ku ew alîgiriya tu aliyekî di şerên li Teralusê de nakin û mixabiniya xwe li ser vê yekê anî ziman."

(fr)