Hêzên navneteweyî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi tenê dihêle

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ji ber xemseriya civata navneteweyî xeteriya şaneyên DAIŞ'ê zêde dibe û gotin, bidawîkirina dosyaya DAIŞ'ê ne tenê berpirsyariya QSD û Rêveberiya Xweser e, lê belê berpirsyariya civak û hêzên navneteweyî ye jî.

Hêzên navneteweyî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi tenê dihêle
31 tebax, 2022   07:59
HESEKÊ

Girtîgehên ku çeteyên DAIŞ'ê lê tê ragirtin û kampên ku ji bo malbatên wan hatine avakirin, bi taybetî Kampa Holê ya 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, ku wekî "kampa herî xeternak a cîhanê" tê binavkirin, tirseke mezin li cem sûriyan û tevahî cîhanê çêkiriye. Nexasim piştî ku dewleta Tirk gef û êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine.

Welatiya bi navê Wefa Îbrahîm a ji navçeya Holê balê dikşîne ser fikarên welatiyan ji ber Kampa Holê û wiha dibêje: "Em ji hebûna Kampa Holê ya li navçeyê êşeke mezin dikişînin, ji ber ku bi hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê dihewîne û bûyerên kuştinê û pirsgirêkên li wir zêde bûne, ev jî bi awayekî neyînî bandorê li xelkên navçeyê dike."

Welatiya bi navê Cewahir Hesen jî ku ew jî ji navçeya Holê ye da zanîn ku metirsiya Kampa Holê, ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê û got, ev yek jî fikarên şêniyên navçeyê û herêmê zêde dike.

Cewahir her wiha bal kişand ser zêdebûna tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê û zêdebûna sûcên li kampê ku hemwextî zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.

Li gorî bîlançoya dawî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, ji destpêka îsal ve, şaneyên DAIŞ'ê 43 sûc li kampê pêk anîne, di encamê de 44 kes qetil kirin ji wan 14 jin û 2 zarok in, her wiha 13 hewldanên revandinê li kampê pêk hatine.

Bi zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, xeteriya Kampa Holê jî zêde bû.

Li ser  vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li kampê dest pê kir.

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û bidawîkirina metirsiya wê li ser cîhanê, ne tenê erka QSD, hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser e, lê belê erka hêzên navneteweyî ye jî ku hîna li hember vê xeteriyê xemsar nêz dibin.

Welatiya bi navê Wefa Îbrahîm balê dikşîne ser bêxemiya civak û hêzên navneteweyî li hemberî berpirsyariyên xwe û wiha dibêje: "Civata navneteweyî tevnagere, divê DAIŞ'î û malbatên wan veguhezîne welatên wan, ji ber ku mana wan metirsiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî çêdike."

Welatiyê bi navê Xelef El Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor kir ku Kampa Holê ji navçeyê rakin û got: " Ji ber ku kamp metirsiyek mezin li ser ewlehî û aramiya herêmê bi giştî çêdike. Li kampê rojane sûc û bûyerên kuştinê çêdibin. Ne karê me ye ku em vê kampê biparêzin û heta dawiya jiyana xwe ji ber wê di nava tirsê de bimînin."

Welatiyê bi navê Mihemed El Ferce ku ji gundê Um Hicêra yê navçeya Holê ye, diyar kir ku ji ber hebûna Kampa Holê, liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li navçeyê û gundewarên wê jî zêde dibin.

Welatiyê bi navê Mihemed El Ferce got ku Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê hatiye destpêkirin, dibe ku hejmara sûcên li kampê kêm bike, lê belê ji bo jiholêrakirina îdeolojiya DAIŞ'ê ya li kampê û bidawîkirina dosyaya DAIŞ'ê têr nake, bi qasî ku her welatek welatiyên xwe derxîne, avakirina dadgehên navneteweyî yên li herêmê ji bo darizandina çeteyan û kêmkirina piştgiriya Tirkiyeyê ji bo DAIŞ’ê ku bi her gef û êrişa dewleta Tirk re, tevgerên wê zêde dibin.

(hs)

ANHA