Rûsyayê şandina gazê bi rêya xeta Nord Stream 1 rawestand

Rûsyayê gaza bi rêya xeta Nord Stream 1 diçe Ewropayê, îro rawestand. Ev yek şerê aborî yê di navbera Moskov û Brukselê de gurtir dike û krîza enerjiyê kûrtir dike ku di encamê de ji destpêka Tebaxê de nirxê firotina gazê zêdetirî ji sedî 400 bilind bû.

Rûsyayê şandina gazê bi rêya xeta Nord Stream 1 rawestand
31 tebax, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ruetersê, şîrketa mezin a gazê ya Rûsyayê Gazpromê îro ragihand ku gaza bi rêya xeta Nord Stream 1 derbasî Ewropayê dibe "ji ber karên restorekirinê" rawestandiye.

Hikmetên Ewropayê bi fikar in ku Moskov wekî bersivdayîna cezayên rojavayî yên li ser wê ferz kirine, qutkirina gaze dirêj bike. Her wiha serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi bikaranîna enerjiyê wek çekeke şer tawanbar kir ku Moskov wê yekê red dike.

Zêdekirina qeydên li ser şandina gazê ji bo Ewropayê tê wateya kûrbûna krîza enerjiyê ku ji destpêka Tebaxa sala borî ve nirxê firotina gazê zêdetirî ji sedî 400 bilind bûye. Ji ber wê aloziya jiyanî heye, lêçûna şîrketan zêdetir bûye û ji bo sivikkirina wî barî hikumet neçar man bi milyaran pere xerc bikin.

Ji destpêka "Operasyona leşkerî ya taybet" a Rûsyayê ya li Ukraynayê ve, Rûsyayê gaz li ser Bulgaristan, Denmark, Fînlandiya, Hollanda û Polonyayê bi temamî qut kiriye û gaza xetên din kêm kiriye.

(cx)