​​​​​​​Malbatên zarokên şehîd ji civata navneteweyî re: Dewleta Tirk zarokên me qetil dike, çima hûn bê deng in?

Malbatên zarokên şehîd Aheng û Ehmed Hisên xîtabî civata navneteweyî kir û got "Dewleta Tirk li ber çavê cîhanê zarokên me qetil dike. Dema ku ev êrişên hovane têne kirin hûn li ku derê ne? Çima hûn bê deng in?"

​​​​​​​Malbatên zarokên şehîd ji civata navneteweyî re: Dewleta Tirk zarokên me qetil dike, çima hûn bê deng in?
31 tebax, 2022   07:15
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Dewleta Tirk a dagirker ji wan dewletan e ku herî zêde qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û zarokan binpê dikin. Di dîroka xwe ya xwîndar de, gelek komkujî li dijî gelan pêk anîn.

18'ê Tebaxa 2022'yan dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek, navenda perwerdekirina zarokên keçîn a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî ya li gundê Şemokê yê li ser rêya Hesekê-Til Temirê de bombebaran kir. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

6'ê Tebaxê jî taxa Sînaa ya Qamişloyê jî bombebaran kir. Di encama vê êrişê de 4 kes, di nav de zarok Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên, şehîd bûn.

Piraniya êrişên dewleta Tirk ên bi rêya balafiran bi alîkariya sîxuran ku agahî û koordînatan didin dewleta Tirk, tên kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 31'ê Tîrmehê de li dijî sîxuran dest bi Operasyona Sondê kiribû.

ŞEHÎDÊ BIÇÛK LI HER DERÊ DISTRA

Aheng Ekrem Hisên biçûkê xwişk û birayên xwe bû. 14 salî bû. Xwendina xwe ya refa sêyemîn a navîn bi serkeftî qedand û xwe ji bo asta amadehî xwe amade dikir. Aheng di betlaneya havînê de bi bav û apên xwe re diçû taxa Sînaa da ku alîkariya wan bike.

Aheng ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û heta roja şehadeta xwe bi tu kesî re pev neket. Bavê Aheng, Ekrem Hisên ji ajansa me re behsa kurê  xwe Aheng kir: "Ji xêrê hez dikir, li hemberî derdorê rêzdar bû. Yek ji taybetmendiyên wî, gelekî ji stranan hez dikir û li her derê distra. Her wiha ji fotbulê hez dikir, ji ber vê tev li Tîma Asayîşê ya Qamişloyê bû."

Aheng pir bi dayika xwe ve girêdayî bû. Dayika wî Mehfûza Silêman dibêje: "Ev demeke ji ber dûrketina dayik, bav û xwişk û birayên min ez dişewitim, lê êşa dûrketina Aheng gelekî zor e. Ez li her cihekî û her demê navî wî dibêjim. Aheng dihat hezkirin, mûtewazî bû. Di betlaneyên havînê de diçû taxa Sînaa da ku lêçûna dibistana xwe ji bo sala bê peyda bike û alîkariya malbatê bike. Aheng ji pirsgirêkan dûr bû, rojekê ziyan ji kesekî re nedixwest. Destpêkê ji xwendinê hez nedikir, lê di van salên dawîn de gelekî bi xwendina xwe ve girêdayî bû."

Ekrem Hisên êrişa roja 6'ê Tebaxê ya li ser taxa Sînaayê wiha bi bîr tîne: "Dema me dengê teqînê bihîst, hevjîna min xwest biçim li zarokan binêrim, ji ber ku cihê teqînê ne dûrî cihê karê wan bû. Ez bi lez çûm cihê bûyerê, dema ku gihaştim wir, min gelek kes li erdê dîtin. Kurê min Aheng jî li erdê dirêjkirî bû mîna ku di xewneke giran de ye. Min li lêdana dilê wî nêrî, dilê wî lê nedida. Ez li Şemdîn, ew jî şehîdekî êrişê ye vegeriyam, dilê wî lê dida û nefes dikişand, me berê wî da nexweşxaneyê. Beriya ku em bigihêjin nexweşxaneyê bi saetekê, şehîd bû. Tîmên tenduristiyê got Aheng ji kêliya yekemîn a teqînê ve şehîd bûye."

Mehfûza Silêman, roja şehadeta Aheng bi "êşeke mezin" wesif kir û got: "Ev ne cara yekemîn bû ku dengê teqînên wisa xurt dibihîzim, lê vê carê hesteke cuda bû. Ji bilî navê Aheng ku ji kûrahiya dilê min derdikeve, min tiştek din nedît."

'YÊN KU ZAROKAN DIKIN HEDEF, BÊ GUMAN TERORÎST IN'

Têkildarî helwesta wî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet hedefkirina jin û zarokan, Ekrem Hisên ev tişt anî ziman: "Tirkiye dewleteke terorîst e. Yên ku zarokan dikin hedef, bê guman terorîst in. Dewleta Tirk êrişî xaka me dike, xêr û bêra me didize û aloziya Sûriyê bi kar tîne da ku xaka me dagir bike. Em êrişî tu kesî nakin û me tu kes nekuştiye. Berovajî vê ew xaka me dike hedef.”

‘HETA KENGÎ DÊ CÎHAN BÊ DENG BE?’

Dayika şehîd Aheng jî got dewleta Tirk dewleteke dagirker û terorîst e û wiha pê de çû: "Me êrişî sînorê wê nekiriye. Ew êrişî xaka me dike û xêra me talan dike. Em li ser xaka xwe bi aram û îstiqrar dijîn. Çi ji me dixwaze? Gunehê van zorokan çi ye? Kanî mafên zarokên me? Cîhan îdia dike ku mafên zarokan diparêze, lê dema mijar dibe Kurd tu kes dengê xwe nake. Heta kengî wê cîhan bê deng be? Heta kengî wê zarokên me bi destê dewleta Tirk a dagirker werin qetilkirin?"

Mehfûza Silêman bal kişand ser helwesta dewletên ku xwe wek garantor nîşan didin û got: "Amerîka û Rûsya derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, ne ji bo destekê bidin me û alîkariya me bikin, lê berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên herêmê çêdikin. Çima sînorekî ji sûcên dagirkeriya Tirk re danaynin? Çima qedexeya hewayî li ser herêmên me ferz nakin? Heke alîkariya me nakin, li ser xaka me çi dikin?"

Hisên piştgiriya xwe bi Operasyona Sondê re anî ziman û wiha domand: "Em piştgiriyê didin operasyona QSD'ê. Divê tevahî sîxurên ku destê wan di şehîdxistina zarokên me de heye, werin eşkerekirin. Divê dawiya tevahî sîxurên ku ketine destê QSD'ê înfaz be."

Ekrem Hisên banga girêdana bi nirxên şehîdan û parastina welat kir û got: "Em malbateke welatprêz in, em bi xaka xwe ve girdayî ne. Şehadeta Aheng hişt ku em zêdetir bi vî welatî û axa wî ya paqij ve girêdayî bin. Aheng mîrate û êşeke mezin di dilê me û dilê hemû heval û hezkiriyên xwe de hişt. Şehadeta wî ji bo min, ji bo tevahî kesên ku wî nas dikin, cihê serfiraziyê ye."

Dayika şehîd Aheng banga yekitî û hevgirtinê li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Em ê şopdarên xeta şehîdan bin."

'DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ ZAROKÊN ME QETIL DIKE'

Dayika şehîd zarokê şehîd Ehmed Hisên, Fayîza Ebdullbaqî Ferman ê ku ji 8 salan ve li taxa Sînaa kar  dikir da ku alîkariya malbata xwe bike got: "Ji van sûcên hovane re cîhan kanî?”

Ehmed Hisên pismanê Aheng, zarokekî besît û xwedî exlaqên bilind bû, ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin.  Ehmed xwendina xwe heta refa 6'an temam kir, ji ber hezkirina xwe ji kar dev ji dibistanê ber dide û li taxa Sînaa xwe fêrkî kar dike da ku alîkariya malbata xwe bike.

Fayîza Ebdulbaqî Fereman êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefkirina zarokan şermezar kir û got: " Dewleta Tirk rojane êrişî me dike. Li ber çav û guhê cîhanê zarokên me qetil dike, tu kes dengê xwe nake. Ji van êrişên hovane kanî cîhan? Çima bêdeng e. Çima êrişên dewleta Tirk a dagirker ranawestînin?"

Fayîza Ehmed Fereman bang li civata navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rawestîne, qada hewayî li pêşiya balafirên wê bigire.

ANHA