Ji ber kêmbûna ava Firatê gundê Til Benat ê dîrokê xuya dibe

Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê, şopên gundê dîrokî Til Benat ê li başûrê kantona Kobanê xuya dibin.

Ji ber kêmbûna ava Firatê gundê Til Benat ê dîrokê xuya dibe
30 tebax, 2022   12:34
KOBANÊ

2 sal e dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ya ava çemê Firatê kêm kiriye. Di encamê de herikîna avê gelekî kêm bûye.

Ji ber vê kêmbûnê, şopên gundê Til Benat ê dîrokî yê 48 kîlometreyan dikeve başûrê Kobanê, xuya dibin.

Di wêne û dîmenan ku nûçegihanên me kişandine, bi dehan mal ku ji keviran hatine çêkirin û alav li nêzî gund xuya dibin.

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a Herêma Firatê, dîroka gundê Til Benat vedigere 3 hezar sal beriya zayînê.

Her wiha li gorî lêkolînên dîroknas û arkeologan, ev gund şûnwarekî herî kevn e. Li gorî keşifên ku şandeyên biyanî di sala 1988'an de kirine, ev cih devereke mezin a definkirina çekdaran bû.

Ji ber avakirina Bendava Tişrînê di sala 1999'an de girê Til Benat û gundê şûnwarî yê li derdorê wî di bin avê de man.

ANHA