RJAK: Qetilkirina Mamoste Şemal nîşaneya bêçaretî û tirsa dewleta Tirk a faşîst e

RJAK’ê têkildarê qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Mamoste Şemal daxuyaniyek da, ragihand ku ji ber ku Mamoste Şemal bi kiryar, hizr û gotinên xwe de îsbat kir ku çiqasê alîgir û pêkînerê rihê neteweya demokratîk e kirin armanc.

RJAK: Qetilkirina Mamoste Şemal nîşaneya bêçaretî û tirsa dewleta Tirk a faşîst e
30 tebax, 2022   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyekê endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û di heman demê dîroknas, helbestvan û têkoşer Suhêl Xorşîd ku weke Mamoste Şemal tê naskirin bibîr anî.

Di daxuyaniya RJAK’ê de hatiye gotin ku qetilkirina Mamosta Şemal nîşan dide ku hişmendiya faşîst a dewleta Tirk û nokerên wê yên navxweyî çawa li hemberî berxwedan û têkoşîna gelê me bêçare ye û bi tirsinokî êriş dike.

Her wiha di daxuyaniyê de RJAK’ê bal kişande ser taybetmendiyên Mamsote Şemal û herêma Germiyanê ya weke derguşa civaka sirûştî û rihê azadîxwaziyê ku Mamoste Şemal lê ji dayik bûye û diyar kir, “Dijmin û noker jî baş dizanin ku ew reşkujî û qetilkirin nikarin vîna azadîxwazan bişkîne, nexasim xelkê Germiyanê ku ji reşkujiyên Enfalê re şahidî kiriye. Yê ji bo demeke kurt jî be Mamoste Şemal nas kiribe dizane bê ka di asteke bilind de rih û hişmendiya wî bi hestyarî û hişyariya welatparêziyê tije bû. Ew pêşengekî kedkar ê vî xeta têkoşînê bû. Wî nîşan da ku bêbawerî, bê hêvîtî, reva ji welat û dijîxwebûn ne tenê çarenûs nîne, belku divê israra têkoşînê, berxwedan, avakirina jiyaneke azad, rêzdar û bi rûmet bibe armanca her yek ji me. Mamoste Şemal bi kiryar, hizr û gotinên xwe de îsbat kir ku çiqasê alîgir û pêkînerê rihê neteweya demokratîk û bi hevre jiyana gelan e, lewre ew kirin armanc."

RJAK’ê di dewma daxuyaniya xwe de dibêje ku dijmin timî hewl daye di navbera gelan de nakokiyan çêbikin, şer gur bikin û li ser wan nakokiyan temenê xwe dirêj bikin û ji ber wê azadîxwazan dikin armanc. RJAK’ê di dawiyê de ev tişt got, “Em RJAK soz didin ku xewn û hêviyên Mamoste Şemal ku gihîştina azadî, demokrasî û edalet e pêk bînin.”