Li bajarokê Mihêmîdiyê yê Dêrazorê hemleya paqijiyê hat destpêkirin

Komîteya Xizmetgûzariyê ya rojavayê Dêrazorê hemleyeke paqijiyê bi navê "Dêritne" li kolanên bajarokê Mihêmîdiyê bi giştî dest pê kir. Li kêlek wê jî broşorên hişyarkirinê têkildarî girîngiya paqijiyê û bikaranîna avê li şêniyan belav kirin.

Li bajarokê Mihêmîdiyê yê Dêrazorê hemleya paqijiyê hat destpêkirin
30 tebax, 2022   12:13
DÊRAZOR

Hemle vê sibehê, bi beşdariya girseya welatiyên Mihêmîdiyê, Şaredariya Gel û gelek kesên ji saziyên rojavayê Dêrazorê dest pê kir û hemû kolan û şaxên bajarokê Mihêmîdiyê hatin paqijkirin.

Gilêş û ax li cihên taybet hatin komkirin û bi rêya erebeyên Şaredariya Gel a Mihêmîdiyê hatin rakirin. Da ku şênî ji wê gilêşê nexweş nebin, her wiha av li hemû rêyên sereke û şaxê hate reşandin.

Li ser mijarê Hevserokê şaredariyê Mihemed El Ehmed wiha got: "Me ev hemle ji bo teşwîqkirina şêniyan li ser parastina bajarokê xwe û xweşikkirina bajarok dest pê kir. Me bi rêya vê hemleyê gelek pankartên hişyarkirinê li ser rêyan daliqandin û broşor li şêniyan belav kirin."

Mihemed El Ehmed piştrast kir ku ew di hemleya xwe de berdewam in û dê li tevahî herêmên Dêrazorê dest pê bike."

Komîteya Xizmetgûzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê di vê mehê de hemleyeke mîna vê li rojhilatê Dêrazorê, li bajarokê Hecînê, hate destpêkirin.

(fr)

ANHA