Li Iraqê qedexeya çûn û hatinê hat rakirin

Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê ragihand ku qedexeya çûn û hatinê ya li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê hatiye rakirin.

Li Iraqê qedexeya çûn û hatinê hat rakirin
30 tebax, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Sedr Muqteda El Sedr duh li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir. Sedr di peyama xwe de bi fermî ragihand ku ew êdî dev ji proseya siyasî berdide.

Piştî peyama Sedr alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê daketin kolanan û ketin Herêma Kesk a Bexdayê. Piştî aloziyan li seranserê Iraqê qedexeya çûn û hatinê hatibû ragihandin.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand ku Fermandariya Operasyonên Hevbeş, biryara qedexeya hatin û çûyînê ya li Bexda û parêzgehdên din ên Iraqê rakiriye.

Rakirina qedexeyê piştî peyama Sedir hat. Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, li bajarê Necefê têkildarî rewşa Iraqê daxuyaniyek da û şerê ku rûdayî red kir û got bi çekan şoreş nebe.

Muqteda Sedr bang li alîgirên xwe kir ku di nava saetekê de ji ber parlamentoyê vekişin û got: “Ez ji gelê Iraqê yê di şer de zirar dîtiye, lêborînê dixwazim. Divê her kes hewla çareseriya rewşa Iraqê bike. Yên dimirin û yên dikujin wê biçin dojehê. Divê em hemû ji bo çareseriyê hewl bidin. Ez êdî ji vê re şoreş nabêjim. Ji ber ku xwepêşandanên aştiyane veguherîn şîdetê."

Piştî daxuyaniya Sedr, alîgirên Tevgera Sedr hêdî hêdî ji Herêma Kesk a Bexdayê vedikişin.