Ciwanek ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû revandin, kuştî hate dîtin

Li Derayê, cenazeyê ciwanekî ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû revandin, kuştî hate dîtin.

Ciwanek ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû revandin, kuştî hate dîtin
30 tebax, 2022   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanek ji bajarokê Um El Meyazin ê dikeve rojhilatê bajarê Derayê ku demekê berê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li herêmeke nêzî sînorê Urdinê hatibû girtin, cenazeyê wî li ser rêya Şam- Derayê ve hate dîtin. Li ser bedena wî ciwanî şopên guleyan hebûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ew ciwan sivîl e û têkiliyên wê bi hêzên leşkerî ve tune ne, lê bi tawanên ku endamekî DAIŞ'iyê ye ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hat girtin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka Çileya 2022'yan ve, 365 hedef bi rêbazên cuda li Derayê çêbûn. Di encamê de 307 kes hatin kuştin, ji wan 147 sivîl in (4 jin û 5 zarok in), 127 leşkerên hikumeta Şamê û hevkarên wê, endamên ku "lihevkirin" pêk anîne ne. Her wiha 20 leşkerên ku berê "Lihevkirin" pêk anîne û beşdarî tu aliyên leşkerî nebûne, 2 DAIŞ in, 7 kesên nenas in, 4 endamên Feyleqa 5'an û çekdarên girêdayî Rûsyayê ne.