Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê civînek li dar xist

Bi tevlêbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî şerê gel ê şoreşgerî li bajarê Reqayê civînek hat lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê civînek li dar xist
30 tebax, 2022   11:50
REQA

Di civînê de piştî rêzgirtinê, li ser navê koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rewşa siyasî û leşkerî ya li heremê hat nirxandin.

Piştî nirxandina rewşa rêxistinî, têkildarî xebatên ciwanan ên ji bo amedekariyên şerê gel ê şoreşgerî wekî çêkirina mewziyan, komkirina dermanan, perwerdeyên leşkerî û tenduristî agahî hatin dayîn. Her wiha ciwanên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê şer ê gel ê şoreşgerî de anîn ser ziman û her wiha bal kişand ser astengiyên ku di nava amedekariyên şer de derdikevin û çawaniya çereserkirina wan astengiyan.

Her wiha hate diyarkirin ku di demên pêş de dê amedekariyên ji bo şerê gel ê şoreşgerî bi civîneke berfireh werin nirxandin.

ANHA