Ji Kongreya Yekitiya Jinên Ermen: Em ê rêxistinbûyîna xwe di Şoreşa Jinan de bidomînin

Beşdarên Yekemîn Kongreya Jinên Ermenî got, jinên Ermen piştî 107 salan ji Qirkirina Ermenan, bûne sembola têkoşîn û berxwedanê û hewl didin xwe di nava Rêveberiya Xweser û Şoreşa Jinan a li Rojava de bi rêxistin bikin.

Ji Kongreya Yekitiya Jinên Ermen: Em ê rêxistinbûyîna xwe di Şoreşa Jinan de bidomînin
30 tebax, 2022   11:42
HESEKÊ

Vê sibehê li bajarê Hesekê bi dirûşmeya "Yekitiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe di Şoerşa Rojava de bi rêxistin dike û xaka Rojava diparêze" bi beşdarbûna nêzî 150 delegeyî û nûnerên rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

Li gorî bernameya kongreyê, sînevîzyonek li ser kar û xebatê jinên Ermen di salên borî de hat pêşandan, her wiha gelek axaftin hatin kirin, ji wan axaftina endamên Meclisa Civakî ya Ermen Losnak Kafûryan û Arbî Kasriyan û endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan, Hayastan Barbara.

'EM Ê TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BIDOMÎNIN'

Endama Meclisa Civakî ya Ermen Losnak Kafûryan anî ziman ku jinên Ermen çavkaniya hêz, israr û lehengiyê ye ku di her kesê bi esil ermen de hatine çandin.

Losnak got: "Fedekariyên ku gelê Ermen di qirkirina li dijî wan de dane, heta niha dîrok jê re şahidiyê dike û ji niha û şûnde wateya îşê nîşan dide ku hişt jin di heman demê de cihê xwe û cihê mêr jî bigir û li hemberî wêraniyê li ber xwe bide û tirsa di dilê zarok û malbata xwe de rake."

Losnak Kafûryan îşaret pê kir ku jina Ermen li hemberî zehmetiyan bûye semola sebir, hêz û   wêrekiyê û wiha domand: "Ji wisa zêdetir kir, li ber xwe da û têkoşiya, bû hêz û palpişt. Di dema qirkirina herî dijwar de, erkên xwe bi cih anî û li hemberî qirkirina ku zarok der bi der kirin û mêr qetil kirin  bû jina xwedî hêza ji pola."

Losnak Kafûryan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Ermen vê qirkirinê tu carî ji bîr nakin û dê têkoşîna xwe li hemberî rejîma Tirk dewam bikin.

Losnak Kafûryan bal kişand ser qirkirina ku dewleta Osmanî di sala 1915'an de li dijî Ermenan pêk anîbû û got: "Milyon û nîv Ermen qetil kirin, kiryarên herî hovane li dijî jinan pêk anîn û wan di baran de firotin."

'EM RÊ NAKIN KU QIRKIRINA LI DIJÎ JINÊN ERMEN DÛBARE BIBE'

Endama Tabûr Şehîd Nûbar Ozanyan, Hayîstan Berbara jî got: "Yekitiya Jinên Ermen pêşeng e, ji ber edalet, rûmet, wekhevî û pêşxistina mafan tê dikoşe, ji bo rakirina hemû cûreyên cûdekarî û tundiyê dixebite."

Hayîstan Berbara bi domdarî got: "Yekîtiya Jinên Ermen li gorî rêgez û mafên mirovan, mafên jinan ên kar, wekhevî û garantiya civakî de kar dike. Ji bo parastina jinan ji tudî û paşguhkirinê kar dike. Her wiha ji bo wekheviya zayendî û naskirina rola jinan di pêşxistina civakan de têkoşînê dike. Erka me ye ku rêxistinê ava bikin û xebateke hevpar pêk bînin da ku destkeftî, maf û rola xwe di civakê de biparêzin. Divê em xwe rizgar bikin û rê li ber zilmê bigirin. Divê em nehêlin ku qirkirin li dijî hemû jinên cîhanê, bi taybet ên li dijî jinên Ermen dûbare bibin."

Hayîstan Berbara bang li tevahî jinan kir ku destek û hevkariyê bidin hev, xwe perwerde, birêxistin  bikin da ku armancên xwe bi cih bînin. Her wiha got, jinên Ermen  xwe di qada leşkerî de îsbat kir ku dikarin çekê rake û mafên xwe, welatê xwe biparêzin û armancên jinên şoreşger bi cih bînin.

Endama Meclisa Civakî ya Ermenî, Arbî Kesiryan diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava jinan bi xwebawerî û wêrekî rola xwe ya pêşeng di civakê de vegerand, îsbat kir ku dikare welat û civaka xwe biparêze û got: "Jinan civak ber bi rêya durist rêya pêşxistinê ve bir û welat ji qirêja dijmin parast û di avakirina saziyan de cih kir."

Arbî Kesiryan anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî xurt rola xwe di misogerkirina azadiya gelan de list, xwe di aliyê leşkerî de bi rêxistin kir û li hemberî hêza herî terorîst li cîhanê ya DAIŞ'ê şer kir. Her wiha diyar kir ku sedema van gavan xwe spartina li fikir û felsefeya neteweya demokratîk û sekna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Bi navê Yekitiya Jinên Komunist (KKB) Meral Berna jî lidarxistina kongreyê li hemû jinên Ermen pîroz kir û destnîşan kir ku berxwedana jinan a li hemberî DAIŞ'ê li tevahî erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû û rihê berxwedanê li cem hemû jinan afirand.

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Arîv Qesebiyan, bi rêya bernameya Skype beşdarî kongreyê bû, kongrê li hemû jinên Ermen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Di wê baweriyê de me ku jinên Ermen dikarin azadiya xwe misoger bikin û xwe bi rêxistin bikin."

Mala Êzidiyan û Meclisa Civakî ya Ermenî ya Dêrazorê û gelek rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kongrê peymanê pîrozbahiyê şandin.

Kongrê bi nîqaşkirina rêziknameya yekitiyê ji ragihandinê re girtî dewam dike.

Tê payîn ku wê kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

ANHA