​​​​​​​Dadgeha Federal a Iraqê: Rûniştina li ser fesihkirina parlamentoyê hat paşxistin

Hemwextî aloziya ku li Îraqê tê jiyîn û qedexeya derketina derve, Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku rûniştina wê ya li ser fesihkirina parlamentoyê ku biryar bû îro pêk were hatiye paşxistin.

​​​​​​​Dadgeha Federal a Iraqê: Rûniştina li ser fesihkirina parlamentoyê hat paşxistin
30 tebax, 2022   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend rojan Dadgeha Federal a Iraqê diyar kiribû ku ew ê roja 30’ê Tebaxê li ser giliyê Tevgera Sedir a ji bo hilweşandina parlementoyê bicivin û biryar bidin.

Dadgeha Federal a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku rûniştina wê ya li ser fesihkirina parlamentoyê ku biryar bû îro pêk were, ji bo demek nediyar hatiye paşxistin.

Hêjayî gotinê ye ku li Iraqê qedexeya derketina derve heye. Çekdarên Sereya Selamî ya ser bi Tevgera Sedir şeva borî çûn herêma Kesk, herwiha hêzek zêde ya hêzên ewlehiyê jî çûn wê deverê û di navbera wan de alozî derket. Li gorî dîmenên tên parvekirin, çekên giran li hemberî hev bi kar anîne.

Hate ragihandin ku heta niha zêdetirî 30 kes hatine kuştin û nêzî 400 kesî jî birîndar bûne.