Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan û bang li civata navneteweyî kirin ku li hemberî êrişên li ser navendên perwerdeyê û qetilkirina zarokan erkên xwe bi cih bînin.

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
30 tebax, 2022   11:00
KOBANÊ

Bi diruşmeya "Em bêdengiya dewletên garantor ên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin", bi hezaran şêniyên herêma Firatê meşek li dar xist.

Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi ber Dibistana Şehîd Seydo ya rojavayê bajarê Kobanê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Zarokên me qetil nekin", "Mafên me qetil nekin", Erdogan dizekî pêşeroja me ye" û wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên "Berxwedan jiyan e", "Şehîd pêşengên me ne" û "Em çokê ji kesî re danayînin" hatin berzkirin.

Meş li ber dibistana Şehîd Seydo veguherî mêtîng. Li vir hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Peyman Elûş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya dewletên garantorên peymana agirbestê ya sala 2019'an hatin şermezarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ''Di dema dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên me zêdetir kirine, rêzê ji qanûnên mafên mirovan re nagire, jin û zarokên me dibin qurbanên van êrişan. Îro jî li dijî gelên me qirkirinên çandî û civakî pêk tîne. Ambargoya aborî li ser me ferz dike. Dewleta Tirk di şerê xwe de tu ferqê naxe navbera pêkhateyên ku li ser vê xakê dijîn. Dîroka vê herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di bin gefên tunekirinê de ye."

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de darizînîn û erkên xwe li hemberî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di navendên perwerdeyê de tên şehîdxistin bi cih bînin.

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên "Rêya azadiyê rêya me ye" hatin berzkirin.

ANHA