Tevî rewşa awarte jî xebatên xizmetguzariyê didomin

Şaredariya Gel a Til Temirê li herêma nêzî xetên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker re, tevî rewşa awarte jî xebatên xizmetguzariyê didomîne û dest projeyên rêyan kir.

Tevî rewşa awarte jî xebatên xizmetguzariyê didomin
30 tebax, 2022   10:04
HESEKÊ

Di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel a navçeya Til Temir a kantona Hesekê de, îro projeya sererastkirina rêya gundê El Asî ku gund bi rêya navdewletî M4 ve girê dide, dest pê kir.

Xebata li ser rêya gundê El Asî serê sibehê dest pê kir û tebeqeyên sereke yên beriya zîftkirinê danîn. Paşê jî dê li gorî plansaziya xebata şaredariyê di nava 2 rojên pêş de rê bê zîftkirin.

Rêveberê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Goran Mihemed ragihand ku dirêjiya rê 4 km û firehiya wê 6 m ye û buhayê projeyê 20 hezar û 500 dolarê amerîkî ye.

Tê plankirin ku proje 5 rojan bênavber bidome da ku paşê bikeve xizmetê.

Ev proje tevî topbarana li ser navçeya Til Temirê ku yek ji herêmên nêzî xetên şer e, pêk tê.

Şaredariya Gel di meha Tebaxê de rêya gundê El Hezûmiye yê herêma Girê Kezwanan a dikeve rojavayê Hesekê û zîftkirina rêya gundê Ib El Tîne yê li li başûrê navçeyê ku gund bi rêya giştî ya ku navçeyê bi navenda kantona Hesekê ve girê dide, bi buhayê 16 hezar û 750 dolarî bi dawî kir.

(hs)

ANHA