​​​​​​​Erdogan pisporê keysbaziyê ye

''Li ser gorên hevalbendên xwe dimeşe da ku berjewendiyên xwe pêk bîne, ji bilî xemgîniyê ya herî zêde ya ku bêçare dikare bike'', mirov dikare gavên rejîma Tirk ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi Îsraîlê û hikumeta Şamê, binirxîne.

​​​​​​​Erdogan pisporê keysbaziyê ye
30 tebax, 2022   07:04
XEZA

Diyar e  gelê Filistînê  ji helwesta nerm a Tevgera Hemasê ya têkildarî daxuyaniyên Tirkiyê yên vegerandina tevahî têkilyan bi Îsraîlê re nerazî ye, nemaze ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi salan doza Filistînê wekî kaxezekê ji bo berjewendiyên xwe li herêmê bi kar dianî.

Tevgera Hemasê, der barê hewldana Tirkiyê ya vegerandina tevahî têkiliyan bi Îsraîlê tu helwest nîşan neda û xwe da aliyekî.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu axivî û got "Serokê Filistin û Hemasê dixwazin em têkiliyên xwe bi Îsraîl re normalîze bikin, têkiliyên me bi Îsraîlê ji bo wan gelek girîng e. Em ê bi awayekî baştir parastina doza Filistînê bikin. Ev nayê wê wateyê ku Tirkiyê dê tawîzan di doza filistînê de bide.''

Hemas destpêkê bêdeng ma. Piştre bi dilsarî daxuyaniyeke kurt da û daxuyaniya Çavûşoglu derwandin û got: ''Em bi tu rêbazî hemû cureyên normalîzekirinê red dikin ku li dijî rêgezên me yên nîştimanî û berjewendiyên gelê me û gelên herêmê yên Ereb û îslamî ne.''

Ev zimanê Hamasê bi welatên din ên ku berî dan normalîzebûna bi Îsraîlê re dikirin, ne heman bû. Gelê Filistînê ev yek wekî hewldaneke tevgereke ku ''çavê xwe li Tirkiyê digire" dibîni.  Em dikarin vê yekê di şopandinekê ya bilez li ser medyaya civakî de bibînin ku balê dikişînin ser xiyaneta Tirkiyê û danûstandina wê ya keysbazî bi doza Filistînê re.

Gelek dibînin ku ev yek her tim, girêdana Tevgera Hemas bi Îxwan El Muslimîn re nîşan dide ji girêdana wê ya bi doza Filistinê re. Ev yek piştî îmzekirina lihevkirina normalîzekirinê bi Îsraîlê re xuya bû dema tevgerê serdana AKP ya îxwanî li Mexribê kir. Her wiha di helwestên Tirkiyê û nêzîkbûna wê ya domar bi Îsraîlê re xuya bû.

Tevgera Hemasê pir pişta xwe bi Tirkiyê mezin kir. Di salên dawîn de, tabloyeke mezin a sponseriyê li naverasta Xezayê daliqand. Tê de wêneya Erdogan li rex gelek serokên Ereb heye û li ser hatiya nivîsî  ''Quds li benda mêran e''. Gelekan ev wêne li ser medya civakî parve kir û nerazîbûnên xwe li hember helwestên Tirkiyê nîşan dan û Hemas ji ber bêdengiya wê, rexne kir.

Di vê navberê de, nivîskar û analîzvanê siyasî Hesen Ebdo ji ajansa me re got: ''Axaftina Tirkiyê li ser pabendîbûna wê bi doza Filistînê re, tevî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re, tiştek li dijî mantiqê ye. Di rastiyê de çawa dikare destekê bide Îsraîlê û pê re li ser asta ewlehiyê û bazirganiyê koordîne bike. Li beramber wê, daxuyaniyên wisa dide? Tiştek ne mantiqî ye?''

Ebdo destnîşan kir ku Tirkiyê li ser bingeha berjewendiyên xwe yên taybet tev digere û wiha domand: ''Ev yek di her carê de dema behsa lihevhatina bi Îsraîlê re dike xuya dibe.Tirkiyê rê li pêşiya normalîzekirina têkiliyan bi îsraîlê re vekir ku pêwîstiya domdar a Tirkiyê bi Îsraîlê xuya dike da ku wê di gelek dosyayan de wek kaxizekê bi kar bîne. ''

MARMARA  XWÎNÊ TAHL BI ZIMANÊ ERDOGAN ŞÎRÎN E

Dûrî mijara normalîzekirinê, em behsa sedema vê dûrbûnê bikin, têkilî ji ber ku têkiliyên bazirganî û ewlehî qut nebûn. Têkiliyên her du aliyan pişt bûyera keştiya Marmara, paş ketin. Ev bûyer sala 2010`an pêk hat dema ku keştiya Marmara berê xwe dabû Xezayê da ku doprêça li ser bişikîne, lê Îsraîlê rê li pêşiya kerwanê keştiyê girt û gelek tirk kuştin û gelek din jî birîndar kirin. Her wiha kerwanê keştiyan ragirt. Di encamê de têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de nakok bûn.

Lê di navîna 10 salên aloziyê de, Tirkiyê dayîna tawîzan ji bo qurbanan û windahiyan ji aliyê Îsraîlê ve qebûl kir û dest bi vegerandina têkiliyan kir û bi rastî rejîma Tirk  tawîzên Îsraîlê qebûl kir.

Planên Tirkiyê û propagandaya wê ji rastiyê gelekî dûr in. Qutkirina têkiliyan bi Îsraîlê re negihişt asta dijminatiyê. Lê belê Tirkiyê berjewendiyên xwe di ser xwîna çalakvanên Tirk re girt. Ev helwest, wêneyek li ser mekanîzmeyên stratejiyên xweparastinê (parastina derûnî) diyar dike ku rejîma Tirk kontrol dike û tiştên ku ji bo pêkanîna armancên xwe bike, xuya dike.

KÊ ÎNSIYATÎF KIR?

Di raporeke peymangeha ewlehiya neteweyî ya zanîngeha Til Evîvê de tê bibîrixistin ku Tirkiyê destpêkê hewl da têkiliyên bi Îsraîlê re vegerîne. Li gorî raporê, Tirkiyê dibîne ku başkirina têkiliyan bi Îsraîlê re, dê têkiliyên wê bi DYA`yê baş bike. Dibe Tirkiyê, paşdeçûna têkiyên xwe bi Washingtonê re û têkiliyên bi Îsraîlê re bi hev ve girê bida ji bo ku wê wek kaxizekê ji bo hevsengiyê bi kar bîn.

Li gorî raporê, DYA'yê di Tîrmeha borî de ragihand ku Kongreya Amerîkayê ji ber hin sedeman nefirotina balafirên F 16 bo Tirkiyê erê kiribû. Ew yek bi fişara komîteya cuhiyan a amerîkayê anku lobiya îsraîlê li DYA`yê pêk hat.

Di raporê de tê gotin normalîzekirina têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê di çarçoveya hewldanên Enqere yên normalîzekirina têkiyên bi deweletên din Rojhilata Navîn wekî Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê re tê kirin. Her wiha tê diyarkirin ku ruxmî dijbertiya Tirkiyê ya li "Peymana Abraham" (peymanên normalîzekirinê yên di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de), lê hewl dide ku derfeteke mîna vê di tevgerên herêmî de yên ku piştî van lihevkirinan pêk werin, bi kar bîne.

Li gorî raporê, nîşaneyên erênî yên ku der barê normalîzekirinê de ku Enqere ji Beşar Esed re şandine, zêdetirî xwe gaveke dramatk e. Di raporê de tê gotin, Tirkiyê hewl dide siyaseta herêmî ya Tirkiyê ya oportunîzma Tirk ji nû ve xêz bike.

Hewldanên Tirkiyê yên normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê û dewletên Ereb mîna Misir, Îmarat û Erebistana Siûdî re têkçûna stratejiya wê ya dijbertiya dewletên herêmê  nîşan dide ku hewl dida bi hêzê berjewendiyên xwe pêk bîne. Di heman demê asta aloziya wê ya aborî nîşan dide, bi taybet di demekê de ku hilbijartin nêzîk bûn.

Di vê çarçoveyê de mirov dikare hewldanên Tirkiyê yên lihevhatina bi hikumeta Şamê re ku bi salan di rewşeke dibertiya hev de bûn wekî hewldana mentiqê ya oportunîzma binirxîne. Tirkiyê bi hemû rêbazan, hewl dide berjewendiyên xwe li ser hesabê alîgirê xwe bi cih bîne. Ev hemû di bin siya propagendaya derew a ku gelan pê dixabine de têk kirin.

ANHA