Bîlançoya roja 5`an a Pêngava 'Mirovî û Ewlehiyê' hat eşkerekirin

Di roja 5`an a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de 23 kesên bi guman hatin girtin, 23 konên ku çeteyan wekî cihên perwerdeyê û dadgehê bi kar dianîn hatin rakirin, her wiha tunel û hejmareke telefonên hatibûn veşartin, hatin dîtin.

Bîlançoya roja 5`an a Pêngava 'Mirovî û Ewlehiyê' hat eşkerekirin
30 tebax, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek nivîskî belav kir. Tê de bîlançoya roja 5`an a qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" eskere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me di roja 5`an a qonaxa duyemîn a Pêngava Miovî û Ewlehiyê de 23 kesên biguman ên girêdayî DAIŞ`ê girtin. Kesên hatin girtin di lêpirsînê de ne.

Her wiha 23 konên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehê bi kar dianîn, hatin rakirin.

Tunelên ku endamên şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê jî ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin.

Di heman demê de kompîturek, 8 telefonên destan û tablêtek ku bi rêbazên cuda di nav konan de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin."

(cx)