Hêzên Ewlekariya Hundirîn cebilxaneyên çekên M-16 û amûrên îşkenceyê dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê de telefoneke destan, paketeke cebilxaneyên çekên M-16 û hin amûrên qetilkirin û îşkencekirinê di bin erdê de dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cebilxaneyên çekên M-16 û amûrên îşkenceyê dîtin
30 tebax, 2022   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

"Hêzên me sibeha roja 6'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê, di dema lêgerîna li beşa 3'yemîn ê kampa Holê de telefoneke destan, paketeke cebilxaneyên çekên M-16 dîtin. Her wiha amûrên îşkencekirin û qetilkirinê ku şaneyan bi kar dianîn, dîtin û xwediyê çadira ku ev amûr lê hatine dîtin, girt."

Li gorî daxuyaniyê ev amûr bi awayekî profesyonel di binê erdê de hatibûn veşartin.