Rêveberiya Xweser: Ew dixwazin DAIŞ`ê li herêmên me vejînin

Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî û dewletên têkildarî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î bibin û got: “Hewldanên li Kampa Hol tên kirin, ji bo vejandinda DAIŞ`ê ye.”

Rêveberiya Xweser: Ew dixwazin DAIŞ`ê li herêmên me vejînin
29 tebax, 2022   15:31
HESEKÊ

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û saziyên wê yên sivîl, leşkerî û ewlehî serdana Kampa Holê kir da ku rewşa ewlehî û mirovî li wir bişopîne, piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ`ê di nav kampê de ragihand.

Rêveberiya Xweser di civîna li gel Rêveberiya Kampê de rewşa kampê bi giştî nîqaş kir. Rêveberiya Kampê jî ji şandeyê re rewşên mirovî, ewlehî û zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê di nav kampê de, bandora wê li ser herêmê û cîhanê nexasim piştî zêdebûna gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, şîrove kirin.

Piştî bidawîbûna civînê, Rêveberiya Xweser ji kampê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yunis daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Yunis got: “Xeteriya şaneyên DAIŞ`ê li ser herêmê me zêde bûn. Di hundirê kampê de êrişên terorîst pêk tînin û tevliheviyê derdixin. Ev êriş û hewldan, hemwextî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê pêk tên.”

Yunis destnîşan kir ku piştî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, şaneyên DAIŞ`ê tevgerên xwe li dijî herêmê zêde kirin bi taybet di nav Kampa Hol de û wiha domand: “Malbatên DAIŞ`ê xwe di nav kampê de bi rêxistin dikin. Bi van hewldanan dixwazin ewlehiya herêmên me têk bibin.”

Her wiha Yunis diyar kir ku qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo têkbirina vê xeteriyê dest pê kir û êrişên di nav kampê de rû didin, hewldana vejandina DAIŞ`ê li herêmê ye.

Talet Yunis diyar kir ku civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û navneteweyî li hember xeteriya DAIŞ`ê tu tiştek nekir û ji ber wê, bang li wan kir ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bimînin, berpirsyariyên xwe bînin cih, hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î bibin û helwesteke cidî li hember dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin ku destekê dide van şaneyan.

Her wiha Yunis bang li hêzên ewlehî û leşkerî kir ku tev li Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bibin û got: “Em bi hêviya encamên baş in ku ev xeteriya li ser herêmên me bi dawî bibe.”

ANHA