Pêngava li Kampa Holê: Sicilên penaberên beşê sêyem tên nûkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li beşê sêyemîn ê Kampa Holê didomînin û sicilên niştecihên wê nû dikin.

Pêngava li Kampa Holê: Sicilên penaberên beşê sêyem tên nûkirin
Pêngava li Kampa Holê: Sicilên penaberên beşê sêyem tên nûkirin
Pêngava li Kampa Holê: Sicilên penaberên beşê sêyem tên nûkirin
Pêngava li Kampa Holê: Sicilên penaberên beşê sêyem tên nûkirin
Pêngava li Kampa Holê: Sicilên penaberên beşê sêyem tên nûkirin
29 tebax, 2022   11:51
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê, kir.

Piştî 4 rojan ji destpêkirina pêngavê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşên yekemîn û duyemîn ên Kampa Holê ku penaberên iraqî lê ne, bi dawî kirin. Her wiha gelek tunel hatin dîtin û bi dehan endamên şaneyên veşartî yên li kampê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja 5`emîn a pêngavê de li beşê sêyem ê Kampa Holê operasyonên paqijkirin û lêgerînê dewam kirin. Beriya ku operasyonên li wî beşî dest pê bkin, kon ji penaberan tên valakirin û ew li navendên sicilan tên komkirin da ku belgeyên wan ên kesayetî bên nûkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di rojên derbasbûyî de gelek îsbat û belgeyên girêdayî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dîtin, di nav de pere û lênûsên zarokan ên ku perwerdeya fikrên tundraw li ser nivîsîne, hene.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li Kampa Holê jî sûcên qetilkirinê zêde bûn.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, îsal şaneyên rêxistina terorîst 43 operasyon pêk anîne, tê de 44 kesên li kampê bi alavên tûj an jî demançeyên bêdeng hatin kuştin an jî darvekirin ji wan jî 14 jin û zarok bûn. Çeteyan ev kes îşkence dikirin û piştî ew dikuştin diavêtin kanalîsazyonan. Her wiha li kampê derdora 13 hewldanên revandina welatiyan pêk hat. Li aliyekî din jî bûyerên şewitandina konan jî derket pêş, bertelefkirina lojîstîk û hewcedariyên saziyên tibî û xizmetguzariyê, hewldana rakirina dîwarên ewlehiyê jî pêk hatin.

(eh)

ANHA