PYD: Çêkirina rê ji artêşa dagirker re ji aliyê PDK`ê ve, karekî qirêjî ye

Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyand ku vekirina rê li pêş artêşa Tirk a dagirker ji aliyê PDK`ê ve, karekî qirêjî ye û li dijî hemû nirxên nîştimanî yên gelê Kurd e.

PYD: Çêkirina rê ji artêşa dagirker re ji aliyê PDK`ê ve, karekî qirêjî ye
29 tebax, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û vekirina rêya ber bi eniyên şer ve li pêş artêşa Tirk a dagirker, îro daxuyaniyek belav kir û tê de wiha hate gotin:

"Binketina siyaseta hundirîn û derve ya hikumeta Tirkiyê û kêmbûna alîgirên wê li Tirkiyê hişt ku hovtir bibe. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze hêviyên gelê Kurd ên jiyana azad û birûmet ji holê rake û şerê qirkirin û tesfiyekirinê yê eşkere dimeşîne û dixwaze hemû Kurdên ji bo hebûn û nasnameya xwe tê dikoşin, tune bike.

‘BERXWEDANA GERÎLA DESTANEKE DÎROKÎ YE KU FAŞÎZM Û AJANÊN WÊ HEJANDIN’

Berxwedana lehengane ya gerîla li çiyayên Kurdistanê û îradeya şervanên azadiyê ya ji pola, li hember siyasetên dewleta Tirk a faşîst û bikaranîna çekên qedexekirî û çekên kîmyewî, destaneke dîrokî ye ku navenda faşîzmê û ajanên wê hejandin.

Ev berxwedan û têkoşîna ku gerîlayên YJA Star/HPG`ê raber dikin, di dîroka me de rûpelek zêrîn e, divê em piştgiriyê bidin wan. Ne ji wan bûya, dê Kurd rastî qirkirina komî hatibana û bi temamî hatibana tunekirin. Wan gerîlayan, li dijî siyasetên dagirkeriyê, DAIŞ`ê û îro jî li dijî dewleta Tirk a faşîst, nirxên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê parastin.

Di encama vê berxwedana dîrokî de, artêşa Tirk a dagirker derbên kujer dixwe û her kêliyekê têk diçe. Ji lew re, ji bo amadekirina zemîna bikaranîna çekên giran, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rêya eniyên şer li pêş artêşa dagirker vedike. Ev rê tenê xizmeta dagikeriya Tirk dikin. Ev karekî qirêjî ye û dijberî hemû nirxên nîştimanî yên gelê Kurd e. Her wiha alîkariya bi dijmin re ye ku her kêliyê gelê me dike hedef. Di demekê de ku diviyabû PDK li dor berxwedana gerîla kom bibûya û piştevaniya gerîla kiriba.

‘LÊDANA JI PIŞTÊ VE XIYANETA LI FEDAKARIYAN E’

Ev karê wan wekî lêdana ji piştê ve û xiyaneta li fedakariyên keç û xortên gelê me ye. Lewma, em bang li gelê xwe dikin ku li hember vî karî bisekinin, bertekên nîştimanî li dijî van siyasetan nîşan bidin, yên ku hêzê didin dijmin û wî ji têkçûnê xilas dikin.

Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku li kêleka gerîla û berxwedana wan a lehengane be û li hember vê siyaseta qirkirinê dengê xwe berz bike. Bila dijmin û dost bizanin ku gelê Kurd dê li pişt lehengên xwe be û ji bo serkeftinê û têkbirina dijminan her tiştê ji destê wî were dê bike. Çi qas komplo û êriş pir bin jî, dê îradeya me zeîf nebe. Serkeftin dê tekez para me be."

(cx)