​​​​​​​Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî kirin

Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê ya Amedê de hatibû kuştin, piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî kirin.

​​​​​​​Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî kirin
29 tebax, 2022   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hakan Arslan di dema qedexeya derketina derve de di 2’yê Kanûna 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê di şer de hatibû kuştin. Hestiyên wî piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî hatin kirin.

Di mijdara 2021’an de hatibû tespîtkirin ku hestî yên Hakan Arslan in û ji Saziya Tiba Edlî şandin Edliyeya Amedê. Hestiyên Arslan roja pêncşemê gihaştin Edliyeya Amedê û ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe, dihatin sekinandin.

Bav Alî Riza Arslan li ser agahdarkirinê ji Erziromê çû Edliyeya Amedê. Hestiyên kurê wî di tûrikekê de radestî wî kirin. Bav Alî Riza Arslan, ber bi Erzirom ve ku dê hestiyên kurê xwe lê defin bike, kete rê.