Li Idlibê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên dagirkeriya Tirk gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin, 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Vê sibê jî hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê û derdora Kebane yên Lazîqiyê topbaran kirin.

Li Idlibê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
29 tebax, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên "Fetih El Mubîn" eniyên li başûrê Ildibê topbaran kirine û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Vê sibê jî hêzên hikumeta Şamê eniyên gundên Fetîre, Sifûhin, Bênên, çiyayê Zawiyê yên li başûrê Idlibê û derdora Kebane ya gundewarên Lazîqiyê topbaran kirin. Agahiyên der barê ziyanên canî de nehatin bidestxistin.

Duh jî çeteyên dagirkeriya Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Seraqib ê li rojhilatê Idlibê û yên li girê Nehşiya yê li bakurê Laziqiyê topbaran kir.

(eh)