Di êrişa dagirkeriya Tirk li ser Mexmûrê de welatiyek şehîd bû-HATE NÛKIRIN 

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker maleke welatiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Di encama êrişê de xwediyê malê Evîzêt Abdullah şehîd bû.

Di êrişa dagirkeriya Tirk li ser Mexmûrê de welatiyek şehîd bû-HATE NÛKIRIN 
29 tebax, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê nîvro saet di 12:40’an de mala welatiyê bi navê Evîzêt Abdullah Abid bi balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk hat bombebarankirin.

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de Evîzêt Abdullah Abid birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneya Geyare.

Ji ber birînên wî yên giran Evîzêt Abdullah Abid şehîd bû.

(cx)