Jinên Dêrazorê: Heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê tê bikoşin

Jinên endamên saziyên sivîl ên li rojhilatê Dêrazor anîn ziman ku tecrîda di girtîgeha Îmraliyê de li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, bi armanca dirêjkirina aloziya Rojhilata Navîn û gûrkirina nakokî û şeran e. Jinan li hemberî vê siyasetê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan soza belavkirina fikrê wî da.

Jinên Dêrazorê: Heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê tê bikoşin
29 tebax, 2022   07:28
DÊRAZOR-SAMIR EZÎZ

Ji dema hêzên navneteweyî û herêmî di 15`ê Sibata 1999`an de rêber Abdullah Ocalan dîl girt, dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di girtîgeha Îmraliyê de, tecrîdeke giran ferz dike û rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê pê re çêkin.

Têkildarî mijarê parêzerên rêber Abdullah Ocalan gelek caran serî li dozgeriya giştî dane, lê dîsa jî daxwazên wan heta niha bê berisv mane. Parêzeran destnîşan kirin ku ev kiryarê tecrîda li ser rêber Ocalan, li dijî qanûnên navneteweyî ne.

'HETA MISOGERKIRINA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN EM Ê TÊ BIKOŞIN'

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Şehrezad Casim anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan ji hev ne qut in û wiha dewam kir: "Êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, beşek ji siyaseta li hember rêber Ocalan e, ji wê zêdetir nûkirina komploya li dijî rêber Ocalan e."

Şehrezad Casim êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kirin û got: "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin. Her wiha em ê hemû planên dagirkeriya Tirk ên bi armanca vejandina osmaniya berê ye, têk bibin."

Şehrezad Casim da zanîn ku heman dewletên li dijî rêber Ocalan komplo pêk anîn, îro bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê komployê nû dikin, îstiqrara herêmê derbe dikin û zarokan dikin armanc. Bi wê re hewl didin gel dûrî fikrê rêber Abdullah Ocalan bixin.

Şehrezad diyar kir ku ev komplo nikare helwesta jinên li Dêrazorê ku baweriya xwe bi fikrê rêber Ocalan anîne, biguhere ji ber ku projeya rêber Ocalan hemû pêkhateyan digire nav xwe û ev ji komployên wan xurttir e.

Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehid El Mirkaz soz da rêber Abdullah Ocalan ku jinên Dêrazorê dê fikirê wî bişopînin û her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi tecrîda li ser rêber Ocalan ferz kiriye, nikare rêgezên wan ên fikrê azad ji xwe re kirine bingeh, têk bibe.

Ehid El Mirkaz bang li rêxistinên mirovî û hiquqî, di nav de civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Ehid El Mirkaz anî ziman ku siyaseta dewleta Tirk a faşîst ku ne tenê piştigiriya terorê dike û li dijî vîna gelê Sûriyê gelek peyman û lihevkirinên veşartî li dar xistin, ji wê zêdetirî tecrîda li ser rêber Ocalan girantir kir.  

Ehid El Mirkaz di çarçoveya xweparastinê de soza belavkirina fikrê rêber Ocalan li hemû cîhanê da û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em rê nadin dagirkeriya Tirk ku herêmê dagir bike û bi armanca parastina xak û fikrê rêber Ocalan em ê her tim li aniyên pêş bin."

(eh)          

ANHA